Rojnamevan: Manîpulasyona siyasî, olî û pirsgirêkên heyî sedema zêdebûna gotara nefretê ne

Rojnamevanê ji Sûriyeyê bal kişand ser zêdebûn gotara nefretê li herêmê û manîpulasyona siyasî û olî, zêdebûna pirsgirêkan, lawazbûna saziyan û belavbûna agahiyên ne rast, da zanîn ku divê rola saziyên serbixwe bê pêşxistin, hesab ji kesên ku nakokiyan gur dikin bê xwestin û agahiyên rast bên destgirtin.

Rojnamevan: Manîpulasyona siyasî, olî û pirsgirêkên heyî sedema zêdebûna gotara nefretê ne
16 cotmeh, 2026   04:10
SIWÊDA

Der barê gotara nefretê ya ku li ser malperên medya dijîtal û beşek dezgehên ragihandinê yên li Sûriyeyê tê dîtin, metirsiyên kûrkirina parçebûna di navbera pêkhateyên civakê de, sedema derketina pêş a van gotaran û rola aliyên ku sûdê ji vê yekê werdigirin Çalakvanê Siyasî û Rojnamevan Rewad Bilan ji ANHA`yê re axivî.

Rewad Bilan xeteriyên bilindbûna asta gotara nefretê li Sûriyeyê anî ziman û da zanîn ku di demekê de ku ji bo berjewendiyên siyasî û olî tê bikaranîn, ew bûye yek ji sedemenê zêdekirina nakokiyan, ev dihêle ku parçebûna heyî ya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê kûr bibe û xeteriyên çûyîna ber bi tundiyê ve rû bide.

Bilan diyar kir ku gotara ku tê kirin hin caran li ser esasê çîrokên dîrokî yên ne rast pêk tê, di demekê ku pirsgirêkên siyasî, ewlehî û aborî hene, ew ji bo derxistina dijminahiya di navbera Sûriyeyan de tê bikaranîn.

Rewad Bilan destnîşan kir ku nebûna temsîla siyasî û sivîl a çalak, kêmbûna rola sendîqeyan rê li ber zêdekirina rewşa bi nakok dike, li vir hinek alî berpirsyartiya pirsgirêkên ku li pêş wan rû dide davêjin ser milê aliyên din, ev dihêle ku li şûna wesîleyên bi aştiyane, ew alî hewildanê ferzkirinê daxwazên xwe bi hêzê pêk bîne.

Bilan da zanîn ku gotara nefretê ne tenê bandorê li parçebûnên olî û neteweyî dike, ew dihêle ku nakokiyên çînî û herêmî, hetanî li ser asta yek pêkhateyê be jî rû bide, domandina van parçebûnan wê bihêla civak dûrî hev bikeve û bibe girtî, bi vê gavê pileyeke nû ya nakokî û tundiyê dest pê bike.

Têkildarî rola çapemeniyê Bilan diyar kir ku kêmbûna asta rewşenbîr û çapemeniya serbixwe, zêdebûna hebûna çekdar, bazirganê şer û qaçaqçiyan, hêza civakê ya derketina li dijî rewşa bi nakok kêm dihêle, hinek saziyên ragihandinê li herêmê û cîhanê li gorî berjewendiyên siyasî yênku dihêlin nakokî kûr bibin û gotara nefretê zêde bibe tevdigere.

Rewad Bilan destnîşan kir ku dezgehên medya dijîtal bûye yek ji fakorên herî li pêş yê ku bandorê li raya giştî dike, ev yek di demekê de ku agahî, jêder û nasnameyên malperan ne diyarin pêk tê, ev dihêle ku gotara nefretê belav bibe û pê re jî zehmetiyên rêgirtina li ber bandordayîna wê zêde bibe.

SAZIYÊN SERBIXWE Û HESABPIRSÎN ESASÊ PARASTINA AŞTIYA CIVAKÎ YE

Rewad Bilan da zanîn ku parastina Sûriyeyan ji fitne û parçebûnê ne tenê karê welatiyan e, ew bi hacetî hebûna saziyên dewletê yên aktîv, saziyên siyasî, sendîqe û rêxistinên civakî yên dikarin temsîla berjewendiyê giştî bikin e.

Bilan diyar kir ku lawazbûna van saziyan rê li pêşiya aliyên ku sûdê ji domandina nakokiyan ji bo berfirehkirina belavbûna hêza xwe bikartînin, vedike, sektorên berfireh ji Sûriyeyan bandorê ji nakokiyan digirin.

Girêdayî mijara berpirsyartiya aliyên peywendîdar ji bo hesabxwestina ji kesên ku nakokiyan gur dikin, Bilan bal kişand ser girîngiya hebûna dadmendiyeke serbixwe û çapemeniyeke serbixwe, rêxistinên civaka sivîl a azadiyan û avakirina aştiyê, destnîşan kir ku lawazbûna van saziyan û pêkanîna wê ji qanûnan re li ser esasê hevsengiyên hêza li ser rûyê erdê, rê li ber derketina li beramberî gotara nefretê û hesabxwestina ji berpirsyarên gurkirina nakokiyan digire.

Bilan da zanîn ku di demenê dawî de dengên siyasî û sivîlan daxwaza qanûneke ku rê li ber gotara nefretê  û gurkirina nakokiyên tayifî digire kirin, lê mixabin wan tu gavên qanûnî yên aktîv di vê rêyê de nekirin.

BANGA NASKIRINA AGAHIYÊN RAST Û DÛRBÛNA JI TUNDIYÊ

Bilan bang li Sûriyeyan kir ku agahiyên rast bêyî girtina helwestên cuda bigirin dest, beriya derxistina nerînekî divê her mirovek bifikire û dûrî bertekên bi tund bikeve, nîşandayîna helwestekê dikare bi rêya gelek wesîleyan derkeve, ne bi rêya tundiyê.

(sb)

ANHA