Nivîsgeha Postxaneyê ya Dirbêsiyê hat vekirin

Piştî zêdetirî 10 salan ji girtinê, Nivîsgeha Postxaneyê ya bajarê Dirbêsiyê hat vekirin.

Nivîsgeha Postxaneyê ya Dirbêsiyê hat vekirin
Nivîsgeha Postxaneyê ya Dirbêsiyê hat vekirin
Nivîsgeha Postxaneyê ya Dirbêsiyê hat vekirin
Nivîsgeha Postxaneyê ya Dirbêsiyê hat vekirin
Nivîsgeha Postxaneyê ya Dirbêsiyê hat vekirin
Nivîsgeha Postxaneyê ya Dirbêsiyê hat vekirin
Nivîsgeha Postxaneyê ya Dirbêsiyê hat vekirin
15 cotmeh, 2026   20:04
HESEKÊ

Piştî zêdetirî 10 salan ji girtinê, Nivîsgeha Postxaneyê îro li bajarê Dirbêsiyê, bi armanca pêşkêşkirina xizmetên posteyî, diravî û lojîskî li navenda ragihandin û postxaneyê ya bajêr hat vekirin.

Nûnerên saziyên postxaneyê, endamên Nivîsgeha Rêveber a Parêzgeha Hesekê, Meclisa Xwecih û Meclisa Rêveber a Şaredariya Gel a Dirbêsiyê di vekirina nivîsgehê de amade bûn.

Rêveberê Bazar û Serokê Daîreya Razimaniyê ya Saziya Sûriyeyê ya Postxaneyê  û nûnerê postxaneyên herêma rojhilat Enes Mihemed Wecîh El Serîfî diyar kir ku armanca vekirina postexaneyê ew e ku barê welatiyan ê çûn û hatina nivîsgehên li deverên din sivik bikin.

El Serîfî destnîşan kir ku nivîsgeh 3 xizmetên bingehîn; diravî, posteyî û lojîstîk pêşkêş dike û ev agahî dan " Xizmetên diravî wekî dayîna mûçeyên teqawidan, kişandin û emanetan bi rêya bernameya Sham Cash, peydakirina xizmetên Syriatel û MTN û hêsankirina dravdana xwendinê ji bo xwendekarên zanîngehê ne. Xizmetên posteyê ji veguhestina name, pere û pakêtan di navbera parêzgehên Sûriyeyê de pêk tê. Der barê xizmetên lojîstîkî de jî postexane dikare pakêtan veguhêze welatên din û ji welatên din wergire bi şertê ku giraniya pakêtê ji 30 kîlogramî derbas nebe."

(bb)