Rojnamevan Huseyîn Aykol ji ber xwînrijiya ser mejî rakirin nexweşxanyê

Rojnamevan Huseyîn Aykol ku yek ji navên sembol ên çapemeniya azad e, li mala xwe bi awayekî ji ser hişê xwe çûbû hat dîtin. Hate diyarkirin ku ji ber xwînrijandina ser mejiyê Aykol rakirin nexweşxaneyê û hat emeliyetkirin.

Rojnamevan Huseyîn Aykol ji ber xwînrijiya ser mejî rakirin nexweşxanyê
14 cotmeh, 2025   21:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan- Nivîskar Huseyîn Aykol îro danê êvarê li mala xwe bi awayekî ji ser hişê xwe çûbû hat dîtin. Aykol rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê ya Enqereyê.

Bijîjkan diyar kir ku rewşa wî cidî ye. Hate diyarkirin ku Aykol hatiye emelyatkirin.

Hat ragihandin tedawiya Aykol ku di damezrandina Ozgur Ulke, Ozgur Gundem û gelek rojnamevanan de cih girtiye û 30 sal in rojnamevaniyê dike, li nexweşxaneyê dewam dike.