Karwanek din a Rûsyayê gihîşt Himêmîmê

Karwaneke leşkerî ya mezin a Rûsyayê ji baregeha deryayî ya Tartûsê gihîşt baregeha Himêmîmê ya li gundewarê Laziqiyê. Di çarçoveya tevgerên zêde yê Rûsyayê li herêmên peravê, di nava 2 hefteyan de ev karwana 5’emîn e dikeve Himêmîmê.

Karwanek din a Rûsyayê gihîşt Himêmîmê
14 cotmeh, 2025   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku karwaneke mezin a leşkerî ji baregeha deryayî ya Tertûsê gihîşt Hewayî ya Himêmîmê ya li gundewarê Laziqiyê.

SOHRˊê destnîşan kir ku ji destpêka Cotmeha 2025ˊan ve ev karwanê 5ˊemîn e dikeve Himêmîmê.

Li gorî SOHRˊê, karwan ji 50 kamyonên leşkerî, tevî yekîneyên ji polîsên leşkerî yên Rûsyayê pêk tê. Di wan kamyonan de malên hazir, xezanên sotemeniyê hwd hebûn.

Di van mehên dawiyê de li herêmên peravê yên Sûriyeyê gelek çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê li ser erdê çêbûn. Li hember van çalakiyan gelek pirs tên kirin.

(ac/fr)

ANHA