Rojiya Êzî ya civaka Êzidî destpê kir

Civaka Êzidî îro wek yekemîn roja rojiyên Êzî bi rojî bûne, wê rojîgirtin heya roja Pêncşemê dewam bikin û roja Înê ku dibe 19’ê Kanûnê, Cejna Êzî ye.

Rojiya Êzî ya civaka Êzidî destpê kir
16 kanûn, 2025   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro yekem roja Rojiyên Êzî ye ku yek ji ferzên olî yên civaka Êzidiyan e. Ev rojî sê roj li pey hev tên girtin û roja Îniyê wekî Cejna Êzî tê pîrozkirin. Li Şengalê piştî ku amadekariya rojiyan duh bi dawî bûn, rojiyan Îro destpê kiriye.

Di baweriya Êzdayetiyê de rojî di hefteyên yekem û duyem ên Kanûnê de tên girtin, ji ber ku ev roj rojên herî kurt ên salê ne. Li gorî rêgezên Êzdayetiyê, rojî di rojên sêşem, çarşem, û pêncşemê de tê girtin. Roja duşemê, rojek beriya destpêkirina rojiyê, wekî Roja Serbirê tê zanîn, û di vê rojê de her malbatek qurbanê xwe dide. Ev girîng e, ji ber ku di rojên rojiyê de xwîn nayê rijandin, gotin û pêkanînên xirab nayên kirin û tenê dua tê kirin. Piştî 3 rojên rojiyê, roja înê jî Cejna Rojiyên Êzî ye.

Di baweriya Êzîdiyan de kesê ku rojiyê digire divê ji her tiştî zêdetir li ser zimanê xwe hakim be, axaftina nerast neyîne ser ziman, û tişta ku nehatiye kirin neyê gotin. Di qewlên Êzîdiyan de tê gotin: “Her kesek ku li ser zimanê xwe hakim be ew kes li ba Xwedayê xwe rêzdare û weke çil roj rojî girtibe tê hesibandin.” Lê belê rojî li ser kesên nexweş yan jî kesên ku karê wan ê lezgîn derkeve û ji mala xwe dûr bikevin ferz nîne.

Bİ BERBANGA ROJÊ RE ROJÎ DESTPÊ DİKE

Rojî di berbanga sibehê de beriya ku dinya ronî bibe dest pê dike û ji wê kêliyê şunde xwarin nayê xwarin av nayê vexwarin. Fitar dema ku roj çû ava û dinya tarî bû tê vekirin. Beriya fitarê kesên rojîgir dest û çavên xwe bi ava paqij dişon. Piştre hemû endamên malê li ser sifreyê rûdinin û mezinê malê duaya ‘Ya Xwedê û Siltan Êzî tu xêra me, zarokên me û ya herkesên xêrxwaz qebûl bikî’ dike, paşê dest bi xwarinê dikin.

CÛDAHİYA SALNAMEYA LALİŞÊ Û YA MERGEHÊ

Rojiyên Êzî bi du şêwazan têne girtin ku ji wan re Salnameya Lalişê û Salnameya Mergehê tê gotin. Êzidiyên li Şengalê li gorî Salnama Mergehê di hefteya yekemîn a Kanûnê de rojî digirin û navê wê Rojiyên Feqîran e. Êzidiyên li herêma Şêxan û Lalişê jî li gorî Salnameya Lalişê di hefteya duyemîn a Kanûnê de rojî digirin û navê wê Rojiyên Babê Şêx e. Li gorî Hesaba Lalişê îro li seranserê Êzidîxanê roja yekemîn a rojiya ne.

Di roja cejnê de Êzidî bi şefeqa sibehê re berê xwe didin mezargehan, cejnê li miriyên xwe pîroz dikin, xêr belav dikin û paşê serdana hev dikin û cejna hev pîroz dikin. Piştî serdanên malan, piştî nîvro li gelek deverên navendî şahî tên gerandin û bi gerandina govendê Cejna Êzî tê bi dawîkirin.

Salnameya Laleş û Mergehê herdû jî ji serdema Şêxadî ve hatine diyarkirin. Şêxadî, Babê Şêx û Malbata Keso ya ji tebeqeya Feqîran a Êzidiyan diyar kirine ji bo ku dem û roja cejina diyar bikin. Rojên hemû cejn û rojiyan ji aliyê Babê Şêx û Malbata Keso ve tên diyakirin. Ji ber ku Malbata Keso ji Eşîra Feqîran a Êzidiyan e, ji Salnameya Mergehê re di heman demê de dibêjin Salname an jî Hesabê Feqîra. Her wiha ji yê Laleşê re jî ku Babê Şêx diyar dike re dibêjin Hesabê Babê Şêx.