‘Êrişa li Tedmurê derbasbûna tundrawiyê ya li nav saziyên hikumetê nîşan dide’

Lêkolîner Munîr Edîb diyar kir ku êrişa li Tedmurê piştrast dike ku tundrawî di nava saziyên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyeyê de heye û got ji bo pêşîgirtina li DAIŞ’ê hemahengiyeke ewlehî û îstîxbaratî hewce dike.

‘Êrişa li Tedmurê derbasbûna tundrawiyê ya li nav saziyên hikumetê nîşan dide’
16 kanûn, 2025   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

13’ê Kanûnê li herêma Tedmûrê ya di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de êriş li dijî dewriyeya hêzên Amerîkayê pêk hat. Di encama êrişê de 2 leşkerên amerîkî û wergêrek hatin kuştin. Êriş dema civîna ewlehiyê ya Koalîsyona Navneteweyî ya li gel berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk hat. 

Çeteyên DAIŞ’ê heya niha êriş negirtiye ser xwe. Li gorî hin agahiyan êrişkar endamekî hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ye. Rojnameya Wall Street Journal li ser zimanê pisporê sûriyeyî yê li Navenda Washingtonê ya Siyaseta Rojhilata Jêrîn Aaron Zalen ragihand ku navê êrişkar Tariq El Hemed e û berê endamekî DAIŞ’ê bû.

Der barê mijarê de lêkolînerê komên îslamî û terorîzmê yê ji Misirê Munîr Edîb, ji ajansa me re axivî.

Munîr Edîb destnîşan kir ku ev êriş bi bandor e û destpêka ragihandina DAIŞ’ê li Sûriyeyê ye, nemaze ji ber ku hemwextî derbasbûna salek di ser ketina rejîma siyasî ya berê re hat kirin. Edîb got: "Aliyekî din ê sembolîk heye; dibe ku gurê ku operasyon pêk aniye ji ewlekariya giştî ya Sûriyeyê be. Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku gelek têkiliyên gelek endamên hêzên ewlekariya giştî bi rêxistinên cîhadîst, bi taybetî jî DAIŞê re hene."

Edîb diyar kir ku DAIŞ niha li her dera Sûriyeyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Rast e serok Donald Trump hilweşîna dewleta DAIŞ’ê ragihandibû, lê rêxistin hîn jî bi rêya gurên bi tenê û şaneyên ku hin ji wan çalak in û yên din jî neçalak in, heye."

Munîr Edîb îşaret pê kir ku rêxistina DAIŞ’ê bi rêya êrişê xwe îlan dike û têkildarî dem û erdnîgariya êriş lê hatiye kirin jî ev nirxandin kir: "DAIŞ niha bi operasyonekê ku dibe ku di demeke hesas û li erdnîgariyeke girîng de be, anku li Tedmurê ku bi salan e lê ye, xwe radigihîne. Tedmur bajarekî dîrokî ye, di dema civîneke hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê yên bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî an nûnerên van hêzan re êriş pêk hat. Ev civîn bi vî rengî hate lidarxistin, mîna ku DAIŞ bi rêya gurekî tenê ku ji hêla yek ji endamên rêxistina DAIŞ’ê ve bi vî rengî tê kirin, dîsa û bi hêz vedigere.”

Edîb di dewama axaftina xwe de da zanîn ku di demên pêş de dê êrişên din ên DAIŞ’ê hebin û got dê li Sûriyeyê yan herêmeke erebî yan jî herêmên ku berê ji aliyê wê ve hatibûn dagirkirin mîna Iraqê, sînordar nebin, lê dê li deverên din û welatên Ewropaya jî bêne kirin. Edîb destnîşan kir ku dibe girêdanek di navbera bûyera li Sydneyê û ya Sûriyeyê de hebe, dibe ku destpêka tevgera gurên bi tenê be û destpêka karekî taktîkî be, bûyera li Sydneyê û ya li Tedmurê dişibin hev, mohra her du êrişan jî ya DAIŞ’ê ye.

Lêkolîner Munîr Edîb der barê pêşîgirtina li DAIŞ’ê de got: “Rûbirûbûna van xetereyan dijwar xuya dike, ji ber ku em behsa şaneyên tenê û tevgerên nenas ên gurên girêdayî vê rêxistina tundraw dikin. Dema ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de di damezirandina dewleta xwe de serketî bû û heta hilweşîna wê, me dît ku çawa herêman dagir dike û li ser tev digere. Tevî vê yekê, Koalîsyona Navneteweyî 5 salên tijî berdewam kir heta ku ev dewlet ji holê rakir. Lê niha rewş dijwartir û cudatir e, ji ber ku gurên veşartî ne, ev mijarek tevlihev e ku ji bo jiholêrakirina bi tevahî ya van guran hemahengiya ewlehî û îstîxbaratê di navbera hemû welatên cîhanê de hewce dike."

(b)

ANHA