Rojevên îro yên rojnameyan

Di rojevên îro yên rojnameyan de hate gotin, ketina meriyetê ya peymana di navbera QSD û hikumeta demkî de nîqaşa li ser şêwaza entegrebûna muhtemel a saziyên Rêveberiya Xweser di nav dewletê de û sînorên nenavendîbûna gengaz ji nû ve vekiriye. Zêdebûna çalakiyên wargehên Îsraîlê li Şerîaya Rojava û pirsên ku ew li ser çarenûsa çareseriya du dewletan derketin holê. Her wiha nîqaşa li ser bandora Îranê ya li Iraqê û israra rêveberiya DYA’yê ya li ser ji nû ve xêzkirina hevsengiya hêzê li Bexdayê, bûye rojev.

Rojevên îro yên rojnameyan
19 sibat, 2026   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, siberoja Rojava, pêşketinên di pirsgirêka Îsraîlê û nîqaşên li ser bandora Îranê li Iraqê û helwesta rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Ameîkayê (DYA).

‘KURDÊN SÛRIYEYÊ HÊVIYA XWE WINDA NAKIN’

Rojnameya El Exbar li ser bandorên peymana dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de nivîs û destnîşan kir ku pêkanîna peymanê hêviyên Kurdan ji bo avakirina cureyek rêveberiya xweser an jî berfirehkirina nenavendîbûnê li parêzgeha Hesekê vejandiye.

Li gorî rojnameyê, axaftin li ser entegrekirina QSD û saziyên wê yên rêveberiya xweser di nav avahiya dewleta Sûriyeyê de û parastina taybetmendiyên van saziyan jî têne kirin. Rojnameyê cih da daxuyaniyên fermandarê giştî yê QSD û berpirsa têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ku teqeziyê li ser israra şeklê ku tevkariyê bi dewletê re mîsoger dike û destkeftiyan diparêze dikn.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser daxuyaniyên Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ên piştgiriya Kurdan, pêwendiya telefonê ya di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê demkî Ehmed El Şeri, her wiha beşdariya şandeyeke Kurdî di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de û diyar kir ku ev helwest hemû derfeta ku bigihîjin formula rêveberiyeke nîv xweserî ku dê ji hêla îdarî ve bi hikûmeta navendî ve girêdayî be, xurt kir.

‘DEWLETA FILISTÎNÊ DÊ LI KU DERÊ WERE DAMEZIRANDIN?’

Der barê pirsgirêka Filistînê de, rojnameya El Xelîc jî diyar kir ku Îsraîlê bêyî ku guh bide rexneyên navneteweyî, polîtîkayên xwe yên berfirehkirinê li Şerîaya Rojava didomîne û sozên DYA’yê yên îlhaqnekirina Şerîaya Rojava ne xwedî garantiyên zelal e.

Rojnameyê cih da helwestên Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich ku banga berfirehkirina wargehên niştecihbûnê, îlhaqkirina Şerîaya Rojava û Xezayê û betalkirina Peymanên Osloyê di bin rêveberiya Trump de kir.

Li gor rojnameyê, hejmara niştecihên Şerîaya Rojava 750 hezar derbas kiriye. Ev hejmar li ser bi sedan wargehan belav in. Di heman demê de Herêma C bi qasî ji sedî 61ê Şerîaya Rojava pêk tîne, ev yek jî avakirina dewletek Filistînî ya bi erdnîgarî ve girêdayî hîn tevlihevtir dike.

Rojnameyê nivîsa xwe bi vê pirsê bi dawî kir: "Li gel rewşên li ser erdê, dewletek Filistînî dikare li ku derê were damezrandin û gelo sozên siyasî dê bi cih werin anîn?"

‘DYA Û IRAQ: RÛBIRÛBÛNA BANDORA ÎRANÊ’

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser biryardariya DYA’yê ya bidawîkirina bandora Îranê li Iraqê û îdia kir ku redkirina a vegera Nûrî El Malikî bo serokwezîriyê ji aliyê serokê DYA’yê Donald Trump ve nîşan dide ku DYA piştî salan ji berfirehkirina bandora Îranê, ji nû ve bicihkirina xwe li Bexdayê nîşan dide.

Li gorî rojnameyê, rêveberiya DYA’yê kêmkirina bandora Îranê li Iraqê wek deriyekî ji bo bidawîkirina projeya wê ya herêmî dibîne, bi taybet ji ber guhertinên ku di salên dawîn de li qadên Sûriye û Lubnanê rû dane.

(bb)