‘Erka misilmanan belavkirina çanda aştiyê ye’

Oldaran diyar kir ku meha Remezanê meha xêr, dilovanî û efûkirinê ye û bang kir ku ji gotinên nefretê dûr bisekinin û çanda aştiyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de belav bikin.

‘Erka misilmanan belavkirina çanda aştiyê ye’
19 sibat, 2026   09:45
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID – ROHAT XELEF

Oldarên misilman ên ji bajarê Girkê Legê bi boneya meha Remezanê ji ajansa me re axivîn.

Şêx Hisên Dêrşo anî ziman ku meha Remezanê derfetek ji bo pêşvebirina nirxên olî û mirovî ye û got: "Erka misilmanan ew e ku peyama aştî û hezkirinê di navbera gelên herêmê de, bi taybetî di vê meha pîroz de, belav bikin. Divê ji bo xurtkirina îslama rasteqîn a li ser bingeha dilovanî û jiyana hevbeş di navbera pêkhate û olên cuda de ya dûrî fitne û provokasyonan jî bixebitin."

Hisên Dêrşo destnîşan kir ku hin kes hene olê bi kar tînin da ku fitne, gotinên nefretê û cudakariya nijadî belav bikin û got ew kes zirarê didin îslamê û hewl didin rastiya wê xirab bikin.

Hisên Dêrşo di dewama axaftina xwe de anî ziman ku berpirsyariya misilmanan îro ew e ku li dijî van axaftinan derkevin û nirxên efûkirin û yekitiyê di navbera gelên civaka Sûriyeyê de belav bikin.

Endamê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Girkê Legê Mele Mihêdî Mistefa jî da zanîn tu ferq di navbera pêkhateyan de tune ye, îslam jî ola dilovaniyê ye û banga dûrketina ji tundî û fitneyan dike.

Mele Mihêdî Mistefa anî ziman ku di vê pêvajoyê de zanebûneke civakî û olî ya mezin tê xwestin ku çanda hezkirin û bi hev re jiyanê belav bike û xîtaba ku îstîqrarê bi pêş de bibe û xizmeta her kesî bike xurt bike.

Hisên Dêrşo û Mele Mihêdî Mistefa got erka misilmanan di vê meha Remezanê de ew e ku li ber fiteneyan bigirin.

(bb)