Li Hemayê 5 rê hatin girtin

Hikumeta demkî û komên girêdayî wê li rojavayê Hemayê 5 rêyên şaxî girtin. Ev yek bû cihê pirsên li ser sedema vê tevgerê û bandorên wê li tevgera çûn û hatinê.

Li Hemayê 5 rê hatin girtin
19 sibat, 2026   11:37
HEMA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, hikumeta demkî û komên girêdayî wê li şûna avakirina satirên axî an jî bendên demkî, 5 rêyên şaxî yên gundewarê rojavayê Hemayê bi kolandinê girtin. Hikumetê û komên wê der barê vê tevgerê de tu daxuyanî nedane.

Şêniyan diyar kir ku ev gav tevgera wan a rojane ya çûn û hatinê tevlihev kiriye, nemaze ku ev rêyên şaxî gelek gund û bajarokan bi hev ve girê didin.

Şêniyên gundên ji ber vê gavê zirar dîtine bang li aliyên têkildar kir ku vê biryarê careke bin binirxînin û ji bo dîtina rêbazên ku zirarê nede wan û binesaziyê, bixebitin.

(bb)

ANHA