ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-9-2024
9 îlon, 2024   02:00

Şêniyên kantona Reqayê anîn ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e û got, dê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin.

Koçberên Efrînê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê ne û got “Em ê ji bo parastina destkeftiyên xwe her tim tê bikoşin û gerîla ewladên me ne.”

Komeke dilxwazan bi armanca zêdekirina jîngehek hêşîn (kesk) û belavkirina hişmendiya parastina xwezayê, amadekariyên kampanyayekê dikin.

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li avahiya MSDʹê ya kantona Reqayê bi navê ʹTêgeha nenavendîbûnê ji dema avabûna dewleta Sûriyeyêʹ atolyeyekê li dar dixe û ji hêla parêzer Enwer El Esir ve tê birêbirin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di roja 4ʹemîn û ya dawîn de Festîvala Şehîd Berçem Efrîn li bajarê Kobanê dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Kedkaran a Kantona Efrîn û Şehba li hola Serdem konferansa xwe ya 2ʹyemîn li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên Stêrk û Sara têkildarî biryara hikumeta Iraêq ya qebûlkirina zewaca temenbiçûk li Dibistana Mazin Hisên a li taxa Muftî ya Hesekê daxuyaniyekê didin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Til Birak ê kantona Cizîrê ji bo teşwîqkirina parastina paqijî û xweşikbûna bajêr hemleyeke paqijiyê didin destpêkirin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba ji bo şervanê HREʹyê şehîd Kemal Pîr, welatiyê bi navê Xalid Mihemed ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, li Goristana Şehîd Zozan Amanos merasîmekê li dar dixe, di heman demê de ji bo gerîlayê HPGʹê şehîd Amed Efrîn merasîmeke xiyabî li dar dixe, saet 17:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Omer li Goristana Şehîd Dijwar oxir dike, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)