Dê PDK û YNKê li Silêmaniyê bicivin

Li gor agahiyan, wê îro şandeyek bilind ya PDK’ê serdana Silêmaniyê bike û li gel rayedarên YNK’ê bicive.

Dê PDK û YNKê li Silêmaniyê bicivin
28 mijdar, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Ajansa Rojnewsê parve kirî, dê îro şandeya PDKê ku di nav de Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û hin endamên Mekteba Siyasî ya PDKê hene, serdana Silêmaniyê bikin. Wê şandeya PDKê li gel Serokê YNKê Bafil Talebanî, Qubad Talebanî û rayedarên din ên YNKê bicive.

Hat zanîn ku wê civîn li Mekteba Siyasî ya YNK’ê pêk were, her wiha wê naveroka civînê jî li ser pêşhatên dawî yên navbera Herêm-Bexda û amadekariyên ji bo civîna 1ê Kanûnê ya ku wê li Bexdayê di navbera rayedarên Herêma Kurdistan û Iraqê de pêk were be.