‘Berxwedana gel û gerîla êrişên dagirkeriyê têk dibe’

Koçberên Efrînê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê ne û got “Em ê ji bo parastina destkeftiyên xwe her tim tê bikoşin û gerîla ewladên me ne.”

‘Berxwedana gel û gerîla êrişên dagirkeriyê têk dibe’
9 îlon 2024   04:10
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Artêşa Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze planên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne, ji ber ku dixwaze tevahî xaka Kurdistanê dagir bike, her wiha dixwaze bi piştgiriya PDK`ê destwerdanê li Iraqê jî bike.

Koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê dimînin, têkildarî mijarê axivîn.

Mistefa Tarî, êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla şermezar kirin û got: “Êrişên dewleta Tirk ji bo tunekirina Gerîlayên Azadiyê û gelê Kurd in, her wiha dagirkirina herêmên Kurdistanê ye. PDK bi ji dewleta Tirk re dibe alîkar û xiyanetiyê dide meşandin, xiyanet di xwîna wan de hatiye çandin. Divê tevahî partiyên kurdî bi hev re li hemberî xiyanetê serî hildin, da ku destkeftiyên gelê Kurd baên parastin.”

Nebiye Bekir jî wiha got: "Êrişên dewleta Tirk li hember gerîla ranawestin. Bi van êrişên xwe nikare gerîla tune bike. Em li dû gerîlayên xwe ne. Dewleta Tirk li hemberî gerîlayên azadiyê tu carî nikare şer bike. Em bang li hemî gelê Başûrê Kurdistanê û tevahî siyasetmedar, rewşenbîr û partiyan dikin ku li hemberî xiyaneta PDK'ê bê deng nemînim."

Hacer Hisên diyar kir ku dewleta Tirk nikare gerîla tune bike û wiha got: “Dewleta Tirk û PDK bi hev re êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin. Tu carî dewleta Tirk nikare vîn û armanca gerîla bişikîne. Li hemberî xiyanetê em tu gavekê jî şûnda naavêjin. Em şer jî bikin. Ez bang li tevahî dayikên şehîdan ên li Başûrê Kurdistanê dikim ku li hemberî xiyanetê serî hildin.”

Xelîl Îso jî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze planên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne, Mûsil û Kerkûkê û tevahiya Başûr dagir bike.

Xelîl wiha got: "Malbata Barzanî û PDK'ê tevahî têkoşîna gel û berxwedana gelê Başûrê Kurdistanê firotiye dewleta Tirk. Banga min ji tevahî gelê Kurdistanê re; ji xewê şiyar bin û li hemberî xiyaneta mala Barzanî serî netewînin. Em bang li tevahî partiyên Kurdan dikin ku li hemberî xiyanetî bertekên xwe nîşan bikin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin û ji xeta azadiyê em venagerin."

ANHA