Tebon cara duyemîn bû serokê Cezaîrê

Tebon bi wergirtina ji sedî 94.65 ji dengan cara duyemîn bû serokê Cezaîrê.

Tebon cara duyemîn bû serokê Cezaîrê
8 îlon, 2024   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Nîştimanî ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Cezaîrê ragihand ku serok Ebdulmecîd Tebon ji sedî 94.6 ji dengan bi dest xist û cara duyemîn bû serokê Cezaîrê.

Her wiha hat diyarkirin ku Tebon 5 mîlyon û 329 hezar û 253 deng bi dest xistin.

Her wiha ku namzetên din, serokê Tevgera Civaka Aştiyê Ebdulalî Hesanî Şerîf 178 hezar û 797 deng û sekreterê giştî yê hêzên îştîrakî Yûsif Oşîş 122 hezar û 146 deng bi dest xistine.

Komîteyê demeke berê ragihandibû ku rêya destpêkê ya hilbijartinan di dema girtina sendoqan de, li hundir ji sedî 48.03 û li derve ji sedî 19.57 bû.

(mh)