ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 6– 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 6– 2025
8 hezîran, 2025   02:00

Ligel rexne û bertkên li hemberî "Danezana destûrî" ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin, girîngiya Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî pêşniyara destûreke nîştimanî ya giştî derdikeve pêş. Ji ber ku ev hevpeyman li ser beşdarî û lihevhatina tevahiya beşên civakê û pêkhateyên herêmê derketiye. Di der barê mijarê de Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko ji Ajansa me ra axiv. Bi WÊNE Û DÎMEN

Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê, riska tevlêkirina çeteyan a nava artêşa Sûriyeyê, zêdebûna xîtaba nefretê, şerê Rûsya-Ukrayanyê, dîsa şerê li Xezayê rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn. bi WÊNE

Şêniyên bajarê Qamişlo têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û gavneavêtina dewleta Tirk a li hemberî wê, ji ANHA`yê re axivîn. Bi WÊNE Û DÎMEN

Koçberan  Serê kaniyê ku di kampên de jiyan dikin bi bûneya cejnê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk kirin ku ji Cotmeha 2019'an ve li ser bajarê wan e û misogerkirina vegereke wan a ewle dubare dikin.  Bi WÊNE Û DÎMEN

Axîn Reşo ya 20 salî ji gundê Bililko yê bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî ye, li bajarê Helebê hatiye dine û piştî aloziya Sûriyeyê ji Helebê koçber bûye. Zarokatiya xwe li gundê dayika xwe Qota yê bajarokê Bilbilê derbas kiriye. ji Ajansa me ra qala serpêhatiya xwe kir. Bİ WÊNE Û DÎME

Gelê Kurd bi sedan salan e bi zext, îmha, înkar û asîmîlasyonê re rû bi rû dibe. Ev rewş gelek caran bi têgeha "mêtingeriyê" tê ravekirin. Lê mîna her têgihekê, mêtingeriyê jî sînorekî xwe heye. Serdestiya mêtinger a klasîk, bi zordariya yekser, mêtingeriya aborî û serdestiya çandî ya ji aliyê hêzeke derve ve tê vegotin. Lê di dîroka gelê Kurd de ne tenê mêtingeriyeke ji derve ve, di heman demê de ji navxweyî ve jî jinavçûneke sîstematîk heye.

ANHA