Şêniyên Qamişloyê: Divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were

Şêniyên Qamişloyê destnîşan kir ku divê bêdengiya dewleta Tirk a li hember banga Rêber Abdullah Ocalan ji holê bê rakirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan demildest pêk were.

Şêniyên Qamişloyê: Divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were
8 hezîran, 2025   03:45
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û gavneavêtina dewleta Tirk a li hemberî wê, ji ANHA`yê re axivîn.

Yisra Şerîf diyar kir ku ew wek gelê Kurd aştîxwaz in û şer naxwazin, wan ji bo parastina xwe çek rakiriye. Lê piştî ku encamên kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî derketin, hîna dewleta Tirk tu gav navêtine.

Feyrûza Hebîb da zanîn ku ew êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û ji bo rêgirtina li ber komkujiyên ku li dijî gel tên kirin pêkanîna aştiyê daxwaza wan a sereke ye.

Yûnis Ehmed destnîşan kir ku tevî ku Rêber Abdullah Ocalan banga aştiyê kir jî, heta niha rayedarên dewleta Tirk bersiveke berbiçav nedaye û wiha pê de çû: “Divê destpêkê em serokê xwe di nava xwe de azad bibînin, nakokî û tevliheviya di pêvajoyê de derdikeve divê ji aliyê dijmin ve bê zelalkirin. Divê li gorî diyaloga ku tê kirin gav bên avêtin.”

Yûnis Ehmed da xuyakirin ku niha bi milyonan gel li pey fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in û li gorî wê tev digerin û wiha got: “Bi felsefeya Rêber Apo em wek pêkhate û hemû ol û bawerî bi hevgirtin bi hev re dijîn.”

Seyfedîn Sûsik jî da zanîn ku rayedarên dewleta Tirk gelek soz dan, lê  ew soz pêk neanîne, divê Rêber Abdullah Ocalan bê berdan û di nava wan de bijî û wiha got: “Divê Rêber Apo demildest bê berdan.”

(ekib)

ANHA