Parka El Cahiz a Şamê şewitî

Li Parka El Cehiz a li taxa Ebû Rumana a li navenda paytexta Sûriyeyê Şamê şewatek mezin çêbû .

Parka El Cahiz a Şamê şewitî
8 hezîran, 2025   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva borî, li Parka El Cahiz a li taxa Ebû Rumana li navenda paytexta Sûriyeyê şewatek mezin çêbû.

Li gorî Navenda Sûryeyê  ya Mafên Mirovan, tîmên vemirandinê agir vemirandin û nehiştin belav bibe.

Guman hene ku destên hin kesên tundrew di bûyerê de heye ku ev yek bû cihê nerazîbûna xelkê.

Di parkê de gelek peyker hene, bi taybetî peykerê wêjevan û fîlozof El Cahiz. Park di nav xelkê de wekî "cihê hevdîtinên evîndaran" tê naskirin.

(k)