ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-10-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-10-2024
8 cotmeh, 2024   02:00

Ciwanên Şoreşger anî ziman ku tu kes nikare wan ji  ramanên Rêber Abdullah Ocalan dûr bixin û gotin, dê meşa azadiyê bidomînin.

Rojnamevan Stêrk Gulo bi boneya Roja Rojnamevaniyê ya Jinên Kurd axivî û diyar kir ku di pêvajoya heyî de peywireke rojnamevanên jin jî pêşxistina şoreşê û parastina keda jinan e.

Saleke din di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibe. Ev her du bajar ji demeke dirêj ve di nava armancên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyeyê de bûn. Li hember van tima û armancan her tim berxwedana gel hebû. Lê di dawiyê de berjewendiyên herêmî û navneteweyî peyman li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk anîn.

Welatiyên ji bajarê Dirbêsiyê bang li gelê Kurd ku li hemberî xeta xiyanet û dagirkeriyê eniyeke neteweyî ava bikin.

Lêkolîner Hanî Silêman got polîtkayên derve û hundir ên dewleta Tirk di nava aloziyeke giran de ye û dibe wê ji dewleteke bihêz veguherîne dewleteke bêbandor a herêmê ku nikare destkeftiyan bi dest bixe û ji ber wê dê gelek kaxizan ji dest bide.

Di encama şerê li Lubnanê de bi hezaran kes bûn qurbanî û bi deh hezaran jî ji cih û warên xwe bûn. Koçberan diyar kir ku hêviya wan a yekane şer bi dawî bibe.

Komîteya Olî ya bajarê Amûdê têkildarî komploya navneteweyî li Qada Jina Azad daxuyaniyekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemwextî salvegera êrişên li dijî Girê Spî PYDʹê li navenda xwe ya bajarê Eyn Îsayê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqa ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar dixin, meş ji Çerxerêya Neîm dest pê dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi diruşma ʹ5 sal dagirkerî, koçberkirin û herêm ji aliyên mirovî û hiqûqî ve hatine dagirkirin û sûcdar nehatine cezakirinʹ civîneke çapemeniyê li dar dixe, di civînê de bîlançoya binpêkirinên 5 salên dagirkirinê tê xwendin, her wiha stratejiya komîteyê ya dema pêş tê xwendin, her wiha rêzeçalakî tê ragihandin. Civîn li kampa Waşûkan a Hesekê li dar dikeve, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Şedadê li ser komploya navneteweyî li navenda HPCʹê semînerekê dide, saet 11:00ʹan, di heman çarçoveyê de niştecihên kampa Erîşa ya başûrê Hesekê ji bo şermezarkirina komployê meşekê li dar dixin, saet 11:00ʹan. Her wiha PYDʹê li gundê Reqebe yê Til Temirê civînekê li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 3ʹyemîn a Arîn a Şanoyê di rojava xwe ya 4ʹan de bi pêşandana şanoya ʹdawatêʹ ji hêla tîma Helebê ve û şanoya ʹtu tu kî yîʹ ji hêla tîma şanoyê ya ji Kerkûkê ve li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê dewam dike, saet 13:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi kesên Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine li bajarê Til Temirê civînekê li dar dixe, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star a Helebê bi diruşma ʹFelsefeya jiyana azad a Rêber Apo çareseriya tevahî krîzên Rojhilata Navîn eʹ li hola Star Layt a taxa Şêxmeqsûdê konferansekê li dar dixin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)