PYD'ê ji xelkê Til Temirê re hûnandina komployê aşkera kir

PYD'ê di civîneke girseyî de rastî û qonaxên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şîrove kirin.

PYD'ê ji xelkê Til Temirê re hûnandina komployê aşkera kir
PYD'ê ji xelkê Til Temirê re hûnandina komployê aşkera kir
PYD'ê ji xelkê Til Temirê re hûnandina komployê aşkera kir
PYD'ê ji xelkê Til Temirê re hûnandina komployê aşkera kir
PYD'ê ji xelkê Til Temirê re hûnandina komployê aşkera kir
7 cotmeh, 2024   22:27
HESEKÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Temirê ji bo şîrovekirina rastiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civîneke girseyî li gundê Eb El Tîne yê başûrê bajarê Til Temirê li dar xist. Di civînê de bi dehan şêniyên gund beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa bajarê Til Temirê Ehmed Heyder diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di kesayeta xwe de niştîmanperwerî, neteweperwerî û mirovahî kirin yek û ji bo doza gelê xwe û rizgariya wî têkoşîn kir û dike.

Heyder destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan hemû pêkhateyên herêmê bê ku cudahî, bi hev re dijîn û got: "Rêbertî girtîgeha Îmralî kir jêdera roniya fikrî û rewşenbîrî. Ji ber wê pêwist e em xwe bi li gorî fikrên wî bi rêxistin bikin da ku wî ji girtîgeha Îmralî rizgar bikin."

Her wiha rêveberê Meclisa bajarê Til Temirê Idrîs El Yûnis ji şêniyan re li ser komploya ku di şexsa Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelên herêmê hatiye pêkanîn, axivî û bersiva pirsên wan da.

(mh)

ANHA