Li Qamişlo amadekariyên meşa 9'ê Cotmehê didomin

Însiyatîfa Gel û Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo amadekariyên ji bo meşa girseyî ya 9'ê Cotmehê didomînin.

Li Qamişlo amadekariyên meşa 9'ê Cotmehê didomin
Li Qamişlo amadekariyên meşa 9'ê Cotmehê didomin
Li Qamişlo amadekariyên meşa 9'ê Cotmehê didomin
Li Qamişlo amadekariyên meşa 9'ê Cotmehê didomin
7 cotmeh, 2024   22:48
QAMIŞLO

Însiyarîfa Gel, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya amadekariya ji bo meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, amadekariyan didomînin.

Di amadekariyan de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, al û sembolên tevgera azadiya Kurdistanê û pankartên şermezarkirina komployê li kolana di navbera çerxerêya Osman Sebrî û ya şehîd Rûbar de hatin daliqandin.

Tê texmînkirin di meşê de bi deh hezaran şêniyên bajarên kantonê (Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê) beşdar bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya dewletên cîhanê Rêber Abdullah Ocalan hat revandin.

(mh)

ANHA