ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-12-2023
7 kanûn, 2023   02:00

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke nû di vê qonaxê de pêwîst e û gotin: "Divê em derbasî qonaxeke nû ya têkoşîna li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên li Îmraliyê bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayik û xwişkên gerîla piştgiriya xwe ji keç û xortên xwe yên gerîlayan li çiyayên Kurdistana azad re nîşan da û got ne tenê hêz li dijî dagirkerî û mêtingeriyê şer dikin, gelê Kurd jî li kêleka wan in heta Kurdistan û gelên bindest rizgar dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûbera ber xaniyê xwe ji newalê veguherandiye devereke bi şînatî, teşeyeke xweşik li ber mala xwe daniye û ji berhemê wê debara xwe ya rojane dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkoler û akademîsyen Îbrahîm Muslim destnîşan kir ku bandoreke nerênî ya bûyerên li Xezayê li ser Sûriyeyê heye nexasim di aliyê vejandina DAIŞ'ê de û diyar kir ku yekkirina hêzên demokratîk dê aramiyê li Sûriye û Rojhilata Navîn misoger bike.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Akif Dirbêsiyê (Ziyad Şêxo) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên êlên Tebqayê ji bo nîqaşkirina hevpyemana êlî û şîrovekirina wê ji xelkê herêmê re, civînekê li çerxerêya El Ilim a li Tebqayê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Kampa Serêkaniyê ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan dimeşin saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)