Bandora şerê Xezayê li ser Sûriyeyê

Lêkoler û akademîsyen Îbrahîm Muslim destnîşan kir ku bandoreke nerênî ya bûyerên li Xezayê li ser Sûriyeyê heye nexasim di aliyê vejandina DAIŞ'ê de û diyar kir ku yekkirina hêzên demokratîk dê aramiyê li Sûriye û Rojhilata Navîn misoger bike.

Bandora şerê Xezayê li ser Sûriyeyê
7 kanûn, 2023   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Cîgira şandeyê NY`yê yê ji bo Sûriyeyê Necat Ruşdî der barê gurbûna şerê Xezayê û firehbûna wê li Sûriyeyê, hişyarî da. 

Gelek analîzvan, hişyarî didin ku ev şer dê xîtabê tundrawiyê li herêmê zêde bike û dibe ji bo çeteyên DAIŞ û El Nusrayê firsendek be ku ji nû vex we bi rêxistin bikin li herêmê.

Necat destnîşan kir ku ew ji ber gengaziya firehbûna şer bi tirs e û got: “Ji ber şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, geşedanên trajedîk rû dan ku hîna bandor li Sûriyeyê dikin.”

Girêdayî heman mijarê akademîsyen û lêkolerê siyasî Îbrahîm Muslim got: "Tiştê li Xezayê, destpêka normalîzekirina Erebî – Îsraîlî ye di serî de d Erebistana Siûdî û Kendava Ereban. Çarenûsa Xezayê jî dê tam wek çarenûsa Şerîda Xezayê be. Piştre Îsraîl dê însiyatîfên ji nû ve avakirinê li Xezayê pêk bîne ji bo ku ji gelê Filistînê re xuya bike ew ji Hemasê û komên din ên çekdar ên bûn sedema rewşa niha tê de dijîn, baştir e."

Muslim diyar kir ku bûyerên li Xezayê bi awayekî nerênî bandor li rewşa Sûriyeyê kir ku di encamê de DAIŞ li çolistana Sûriyeyê dîsa derket û opozîsyona Sûriyeyê bû 2 beş, beşek destekê dide Xezayê û beşek destekê dide Îsraîlê ji ber ku Hemas girêdayî Îran û rejîma Sûriyeyê ye, her ku opozîsyon parçe bibe jî şansa rejîmê li herêmê zêdetir dibe."

Li gor Muslim, şerê li Xezayê bi awayekî neyînî bandor li Sûriyeyê kir, rê da ku DAIŞ li çolistanê ji nû ve xwe bi rêxistin bike, opozîsyon lih ev parçe bûn hin piştgriya Xezayê kir û hin li dijî Hemasê der ket ji ber ku Îran û rejîma Sûriyeyê piştgiriya wê dike.

Muslim wiha domand: “Dibe şerê li Xezayê sûd li rejîma sûriyeyê bike. Ji ber ku her çiqas opozîsyon parçe bû, şansên rejîmê li herêmê zêde dibin.”

Muslim di dawiyê de nêrîna xwe der barê çareseriya li Sûriyeyê de anî ziman û got: “Çareserî, di yekkirina opozîsyoneke nerm a demokratîk de veşartî ye.  Li vir ez behsa rojhilat û rojavayê Firatê dikim lê piştî derxistina dagirkeriya Tirk e. Yekkirina opozîsyonê, dawiya El Esed û rejîmê ye, derketina Îran ji herêmê ye ku dê bi xwe re ewlehî û îstiqrarê ji herêmê re bîne.”

(mh)

ANHA