ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-9-2025
6 îlon, 2025   02:00

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tecrûbeyên xwe yên 13 salan, ji bo gelên Suriyeyê baweriya avakirina welatekî demokratîk û pir rengî zêdetir kiriye. BI WÊNE

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca xurtkirina parastina kampê duh qonaxa çaremîn a operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" li kampa Holê da destpêkirin.  Em ê di vê dosyayê de balê bikişînin ser operasyonên ku li kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê hatin lidarxistin. BI WÊNE

Parêzer û çalakvanê siyasî Adil El Hadî hişyarî da ku paşguhkirina peymana 10ˊê Adarê dê bibe sedema jinûve xêzkirina siyasî û erdîngarî ya Sûriyeyê. BI WÊNE

Parêzerên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke siyasî ye, ne qanûnî ye û ji tevahiya parêzeran xwestin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin. BI WÊNE

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di meha Tebaxê de 25 êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Di encama van êrişan de jinek û rûspiyek di nav de 13 sivîl û şervan şehîd bûn û 11 şervan birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî êrişan 7 oprasyon li dar xistin. Di van operasyonan de 3 çete hatin kuştin, serçeteyek di nav de 74 çeteyên din jî hatin girtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Qonaxa çaremîn a operasyona "Mirovahî û Ewlehiyê" li kampa Holê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Tirbespiye û Çilaxa, bi rêya komîn û meclisan û bi hevkariya rêveberiyên dibistanan, ji bo amadekariya sala nû ya xwendinê, kampanyayek paqijkirinê li dibistanan dest pê dikin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, ji bo nirxandina pêşketinên siyasî yên dawî civînek berfireh li dar bixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ofîsa Jinan a Rêveberiya Dibistanan li Hesekê pêşangeheke beremên hunerê yên zarokan li Baxçeyê Hêvî yê Zarokan li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Perwerdeyê ya kantona Cezîrê, pêşangehek hunerên destan ji bo mamoste û rêvebirên baxçeyên zarokan li dar dixe, li Hola Rêveberiya Dibistanan a li Qamişlo. (10:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Kobaniyê dê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Bozan Kobanî, li Goristana Şehîd Dicle bispêrin axê (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Çandî ya Suryanî, pêncemîn Festîvala Mardoso ya salane, li Hola Mar Gabriel li Qamişlo dar dixe. (18:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Hesekê dê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Ebdulselam Berho Nasir, li Goristana Şehîd Dijwar bispêrin axê.(18:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyey, bi boneya salvegera 7`mîn ya demezrandina rêveberiyê, çalakiyekî li dar dixe, li bajarê Reqayê. (18:00) BI WÊNE Û DÎMEN