Nûnerên Rêveberiya Xweser bi lêvegera bilind a Durziyan re civiyan

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lubnanê bi lêvegera bilind a taîfeya Durzî ya Lubnanê re civiyan.

Nûnerên Rêveberiya Xweser bi lêvegera bilind a Durziyan re civiyan
5 îlon, 2025   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd serdana lêvegera bilind a Durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix li daîreya wî ya li bajarokê Şaron ê qezaya Alya ya Lubnanê, kir.

Di civînê de nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed, siyasetmedarên Lubnanê Mahir Ebû Şeqra, Elaa El Sayix, Şêx Tewfîq El Sayix û Şêx Ekrem El Sayix beşdar bûn.

Çiya Kurd girîngî bi domandina têkiliyê bi hemû pêkhateyên Sûriye û Lubnanê re da û piştgiriya xwe ji şêniyên Siwêdayê re yên ku rastî êrişên hovane yên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatin, nîşan da.

Li hemberî wê, Şêx El Sayix jî girîngî bi xurtkirina têkiliyên Kurdî - Durzî da û helwesta Rêveberiya Xweser spas kir.

Siyasetmedar Mahir Ebû Şeqra jî tecrûbeya Rêveberiya Xweser wekî nimûneya ku divê li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn, bi nav kir. 

Girêdayî wê, Elaa El Sayix jî helwesta Rêveberiya Xweser silav kir û teqezî bi girîngiya sîstema demokratîk a nenavendî û pirreng da.

(mh)