Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytirayê bûn

Wesayîtên leşkerî yên hêzên Îsraîlê bê ku tu pevçûnan encam bide, derbasî gelek deverên gundewarê Quneytirayê bûn.

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytirayê bûn
5 îlon, 2025   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku 3 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê ji bajarokê Xan Ernebê ber bi rêya Xan Ernebê - Ûfanya ve bi rê ketin û derbasî gundê Ovanêt û Huriyê bûn.

SOHR'ê diyar kir ku hêzan tu pevçûn encam nedan.

Berê jî wesayîtên leşkerî derbasî gundê Semedaniyê yê gundewarê Quneytirayê bûn û rêbendeke kontrolê danîn.

(mh)