ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6- 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6- 6 – 2025
6 hezîran, 2025   02:00

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku tevî koçberiyê jî disa hewl didin bi dilxweşî cejna xwe pîroz bikin û got “Lê kêfxwaşiya me kêm dimîne, di cejnê de tenê hêviyeke me heye; em vegerin Efrînê.” BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîran diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan gaveke ber bi rûniştandina aştiyê û xurtkirina têkiliyên dîrokî ve ye. Rewşenbîran got ew bang nexşerêya nû ya xelaskirina gelên herêmê ji siyasetên zordest e. BI WÊNE Û DÎMEN

Di şeva sêşemê de top ji Sûriyeyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, ji ber wê jî li ber sînor rewşeke bêaramiyê derket. Piştî vê êrişê îhtîmala derketina şerekî nû zêde bû û Îsraîlê asta gefên xwe bilind kir û gihaşt asta ku gefê li serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî bixwe. Gelo sedemên van nakokiyan çi ne? BI WÊNE

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk destnîşan kir ku koka çanda tecawiza li dijî jinan digihêje derketina desthilatdarî, hiyeraşî û hişmendiya milk. Divê di hêla îdeolojîk û sazîbûnê de li hember vê çandê jin tê bikoşin. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevî hemû zehmetiyên heyî, şaredariyên gel û saziyên xizmetguzariyê yên herêmê xebat û projeyên avê, qîrkirina rêyan, ronîkirina rêyan û çaksazkirin û avakirina kanalîzasyonan didomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi munasebeta Cejna Qurbanê xelkê bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berbanga roja cejnê re serdana goristanên şehîdan dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Mislimanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin mizgeftan ku nimêja cejnê bikin, (06:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja yekemîn a Cejna Qurbanê pîroz dikin. BI WÊNE Û DÎMEN