‘Banga Rêber Apo nexşerêya xelasiya gelên herêmê ye’

Rewşenbîran diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan gaveke ber bi rûniştandina aştiyê û xurtkirina têkiliyên dîrokî ve ye. Rewşenbîran got ew bang nexşerêya nû ya xelaskirina gelên herêmê ji siyasetên zordest e.

‘Banga Rêber Apo nexşerêya xelasiya gelên herêmê ye’
6 hezîran, 2025   03:45
HELEB

Rêber Abdullah Ocalan di ‘Banga Aştî û Civaka Demokraîk’ de diyar kiribû ku pêwistî bi peymaneke nû ya li ser bingeha mafê biratiyê heye û gotibû: "Tiştê ku tê hilweşandin têkiliyên di navbera birayan de ye."

Girêdayî vê, rewşenbîrê bajarê Helebê got Rêber Abdullah Ocalan hewl dide têkiliyên dîrokî tên biratiyê vejîne.

Endamê Malbenda Rewşenbîriyê ya Helebê Mihemed Şêx Qenber destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji dîrokê û hilweşîna dîktatoran ders negirtine û got: "Ew êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Dewleta Tirk hîn jî xwedî hişmendiya şofînî ye û nasname û çandên din qebûl nake. Tevî ku ew îdia dike ku ew aştiyê dixwaze lê belê gotin ji kirinan dûr in."

Şêx Qenber bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku vegera rêya rast û bizane ku berî aştî ji pirsgirêka Kurd re baş be, ew ji wê re baş e, nexasim ku ew ji hilweşînê nêzîk bûye.

Endama Malbenda Rewşenbîriyê ya Helebê Şêrîn Şêxo jî got: "Rêber Abdullah Ocalan hewl da bi banga xwe hemwextî guhartinên siyasî û coxrafî yên herêmê aştiyê bide rûniştandin û têkiliyên dîrokî xurt bike. Banga Rêber Apo nexşerêya nû ya xelaskirina gelên herêmê ji siyasetên zordesr e."

Şêrîn Şêxo diyar kir ku ji bo qonaxa bê guhartineke demokratîk a kûr pêwist e û got: "Tirkiye ji siyasetên xwe venagere, ev jî dihêle rola wê li Anatolyayê lewaz bibe, nexasim ku helwesta wê heta niha ne zelal e. Ew herêmên Kurdî hedef digire û zextê li hikumeta Şamê dike da ku peymana fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Ehmed El Şeri ya 10'ê Adarê, bi bin bixe."

Şêrîn Şêxo destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê ji şeran dijwartir e û eger dewleta Tirk a dagirker gavan nevêje ew ê astengiyên nû li pêşiya biryara xwehilweşandinê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derxîne.

Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Welîd Bekir destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser asta xwecihî, herêmî û navneteweyî lîst. Bekir bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku di destûrê de mafên gelê Kurd misoger bikin û li dosyaya revandina Rêber Abdullah Ocalan vegere.

Bekir wiha domand: "Tirkiye dibêje bila PKK çekên xwe bê beramber deyne, ev jî nayê qebûlkirin, ji ber ku di vê qonaxê de gavên cidî ji her du aliyan ve pêwîst in û her du bi awayekî wekhev ber bi çareseriyê ve biçin."

(mh)

ANHA