Agir bi daristana Bendava Biloran a Laziqiyê ketiye

Di nava şert û mercên avhewayî yên dijwar û erdnîgariya çiyayî de ku zehmet e mirov xwe bigihînê agir bi daristanên gundewarê Laziqiyê ketiye.

Agir bi daristana Bendava Biloran a Laziqiyê ketiye
5 hezîran, 2025   22:32
NAVENA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji vê sibehê ve şewatek mezin li herêma Bendava Biloran ê gundewarê bakurê Laziqiyê çêbûye. 

Ji ber pileyên germahiyê yên bilind, bayê xurt û xwezaya çiyayê ya herêmê ku alav nikarin xwe bigihînin wir, şênî û tîmên agirkujiyê nikarin agir vemirînin û kontrol bikin.

Di destpêka Gulanê de, şewatek li daristanên Sikeriyê, Qeseb û Rebîe yên gundewarê Lazqiyê çêbûn û ji ber bayê xurt û erdîngariya çiyayî agir 5 rojan pêketibû heta ku şênî û tîmên agirkujiyê kontrol kirin. Lê zirarên mezin ên jîngehê û çandiniyê çêbûn.

(fr)