ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6- 3 – 2025
6 adar, 2025   02:00

Tulay Hatîmogullari, Banga Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê gavên demokratîkbûyînê demildest bên avêtin. 

Jinên sûriyeyî her tim bûne stûna bingehîn a avakirina civakê, ji şahbanûyên wekî Zenûbiya û Julia Domna, heta şoreşger û têkoşerên ku li hember dagirkerî û stemkariyê rawestiyane. Lê rêya wan ne hêsan bû û zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane, di krîza Sûriyeyê de gihaştine lûtkeyê.

Dr. Mihemed Rifat El Îmam destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê guhertineke dîrokî û bingehîn e û îsbat dike ku PKK’ê her tim banga aştiyê kiriye.

Çerxa avê yê gundê El Etala di sala 1930’an de li qiraxa çemê Xabûrê hatiye çêkirin. Berê çavkaniya jiyana çandiniyê ya gund bû, lê îro ev çerxa avê li ber xetereya windabûnê ye.

Çalakvana hiqûqî ya ji Mexribê Xedîce El Riyadî ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek modela birêxistinkirina civaka demokratîk ji bo Sûriyeya nû nirxand û bang li tevahî jinên sûriyeyî kir ku sûdê ji vê ezmûnê wergirin.

Xelkê kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyên şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad li goristana şehîdan a Tebqayê defin dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Qamişloyê yê kantona Cizîrê sersaxiyê dide malbata şervanê QSD’ê şehîd Kemal Qamişlo, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya lidarxistina pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jinên bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê berê xwe didin gundê Jinwar ê li gundewarê Dirbêsiyê, her wiha Kongra Star jî serdana saziyên Hesekê dike û diyariyan li jinên karkerên ên saziyên Şedadê belav dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de komîte û rêxistinên jinan li bajarên Dêrik, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê çalakiyên cihêreng organîze dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Til Birakê yê kantona Cizîrê, ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên li qada Sûriyeyê, li hola meclisê civîneke girseyî li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê bi boneya 8’ê Adarê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê şahiyekê li dar dixe, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN