2 roj e li Laziqiyê tevlihevî didome

Piştî ku hêzên desthilata Şamê destûr neda ku konê sersaxiyê yê 4 welatiyên taxa Dehtûr a bajarê Laziqiyê were vedan, tevliyeke ewlehî li taxê çêbûye.

2 roj e li Laziqiyê tevlihevî didome
5 adar, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên desthilata Şamê 4 welatiyên taxa Dehtûr a bajarê Laziqiyê qetil kirin û nehişt konê sersaxiyê yê wan were vedan.

Li gorî SOHR’ê hêzên desthilata Şamê li malbatên welatiyên qetil kirine şert kir ku merasîmên oxirkirinê çênekin û bi cenazeyan bi şev defin bikin.

Duh, ji ber gulebarandina hêzên desthilata Şamê li taxa Dehtûr a Laziqiyê 4 welatî hatin qetilkirin.

Hêzên desthilata Şamê wesayîtên zirxî û erebeyên doçka li ser û endamên xwe li dora taxa Dehtûr belav kirin û bi ser taxê de girtin.

Girêdayî wê, çekdarên li taxê li nêzî çerxerêya El Ezherî ya li Şamê êriş dewriyeya hêzên desthilata Şamê kir, di encamê de her du aliyan gule li hev reşandin.

Berî wê jî 2 endamên hêzên ewlekariyê yên desthilata Şamê hatibûn revandin û kuştî hatin dîtin.

(mh/fr)