ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6 – 11 – 2024
6 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên herêmê, nemaze jin, piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re çêbûye, kêfxweş bûn. Jinan destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, dê têkoşînê bidomînin.

Emîne Wêso têkildarî projeyên şaredariyan ên îsal got wan proje heta gaveke mezin pêk anîne, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hin projeyên wan hatine rawestandin.

Rûspiyên êlên kantona Minbicê diyar kir ku ew bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSD`ê re ne û got ew nahêlin dewleta Tirk beşeke din a Sûriyeyê dagir bike.

Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Êzidiyên Sûriyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo nivîsgeheke xwe vedike, saet 11:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Şaredariyan a kantona Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina desteserkirina 3 şaredariyan li Bakurê Kurdistanê ji hêla desthilatên dewleta Tirk a dagirker ve meşeke girseyî ji gundê Kefer Garis heta bi bajarokê Ehdas ve li dar dixe, saet 14:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Bawer Agir (Can Îsa) ê ku di dema ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dike, saet 10:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)