‘Em bi hevdîtinê kêfxweş bûn û têkoşîna me berdewam e’
Şêniyên herêmê, nemaze jin, piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re çêbûye, kêfxweş bûn. Jinan destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, dê têkoşînê bidomînin.
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawîn de got pergala qirkirin û îşkenceyê hîna berdewam e û ew xwedî hêza teorîk û pratîk e ku şer û tundiyê veguhêze zemîneke hiqûqî û siyasî.
Der barê nameyê de endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Hesîne Kemal kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Em gelekî şa ne. Li her derê şadî belav bû. Me rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan nas kir."
Hesîne ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan teqezî bi têkoşîna gelan û jinên lêgerên azadiyê kir û da zanîn ku ew têkoşîn berdewam e ta ku pergala îşkence û qirkirinê bi dawî dibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.
Hesîne da zanîn ku ji bo temamkirina têkoşînê wan hêz û biryardarî ji nameya Rêber Abdullah Ocalan girtiye û got: "Peyam, kilîta çareserkirina tevahî pirsgirêkan e."
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nehle Hisên jî wiha axivî: "Pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê gel, berdewam e. Rêber Abdullah Ocalan mafê jinan di civakê de parast. Nameya wî ji bo me nameyeke bêhempa ye. Me moral ji hevdîtinê girt û dê li ser vê esasê têkoşîna xwe bidomînin."
Nehle Hisên ev li gotinên xwe zêde kir: "Rêber Abdullah Ocalan, gelê xwe qet ji bîr nekiriye. Ji me re got ku em têkoşîna xwe berdewam bikin. Em jî soz didin wî ku têkoşîna xwe bidomînin û mezin bibkin heta ku azadiya wî bi dest bixin."
Endama Kombûna Jinan a Zenûbya Hele El Elyan jî teqezî bi berdewamkirina têkoşînê kir û got: "Ew rêberê me û rêberê gelên azadîxwaz e."
Hele destnîşan kir ku di encama têkoşîna wan de û çalakiyên di çarçoveya pêngava navneteweyî têne lidarxistine de, hevdîtin çêbû û lewra banga mezinkirina têkoşînê kir ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah were bidestxistin.
(şx/k)
ANHA