ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 - 8 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 - 8 2025
5 tebax, 2025   02:00

Rewşenbîrên li kantonên Tebqa û Reqayê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan sembola berxwedanê û çavkaniya îlhama mirovî û ramyarî ye. Rewşenbîran xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xizmetên tenduristî ji hemû şêniyan re pêşkêş dike û dermanan bê pere dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîsyona pêvajoyê ya li parlamentoya Tirkiyeyê hat avakirin, îro dê civîna xwe ya yekemîn li dar bixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Nûnerê eşîra Şerabîn Şêx Ehmed Mihemed El Xidir da zanîn ku ew alîgirên jiyana hevbeş û hevgirtina pêkhateyan in û diyar kir ku ev hevgirtin egera sereke ya aramiyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku biryarên konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî dê bi hikumeta Şamê re bên nîqaşkirin; di civîna Parîsê de ew ê gelek mijaran bikin rojev. Ebdî têkiliyên bi Tirkiye û hêzên navnetewî re û têkoşîna dijî DAIŞ’ê jî vegot. BI WÊNE Û DÎMEN

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan komxebateke diyalogê bi dirûşma "Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê li hemberî qirkirinê" ji bo piştgiriya ji jinên Siwêdayê re li bajarê Hesekê li dar dixe (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Pêşbirka Zarokan a Nivîskarên Pêşerojê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didomin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo şermezarkirina qetilkirina hunermend Diyala El Wadî daxuyaniyekê dide (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN