Kongra Star civînên xwe li Helebê berdewam dike

Kongra Star rêzecivînên xwe li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berdewam dike. Armanc ji van rêzecivînan hişiyarkirina jinan li ser metirsiyan û xurtkirina rola wan di têkoşîna li hemberî binpêkirina û paşguhkirinê de ye.

Kongra Star civînên xwe li Helebê berdewam dike
Kongra Star civînên xwe li Helebê berdewam dike
Kongra Star civînên xwe li Helebê berdewam dike
Kongra Star civînên xwe li Helebê berdewam dike
Kongra Star civînên xwe li Helebê berdewam dike
Kongra Star civînên xwe li Helebê berdewam dike
Kongra Star civînên xwe li Helebê berdewam dike
Kongra Star civînên xwe li Helebê berdewam dike
4 tebax, 2025   23:10
HELEB

Kongra Star di çarçoveya rewşa Sûriye û herêmê de, rêzecivînên ji bo jinan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne.

Armanc ji van civînan hişyarkirina jinan li ser metirsiyên di vê qonaxê de û xurtkirina rola jinan di têkoşîna li hemberî zext û paşguhkirinê ye ku bikarin mafên xwe di civakê de misoger bikin.

Civîn beriya 2 rojan li malên jinan ên li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hatin lidarxistin.

Armanca wan ew e ku bigihîjin hemû jinên herêmê û piştre ew civîn ber bi rojavayê Şêxmeqaûd û taxa Eşrefiyê ve berfireh bibin.

Ji bo bidawîhatina civînan hîna demek dawîn nehatiye diyarkirin.

Di civînê de der barê geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê diqewimin û ser rewşa jinan hemwextî guhartinên piştî hilweşîna rejîma Baas de, nîqaş û analîz hatin kirin.

Di nîqaşê de naveroka banga Rêber Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ya bi sernavê "Aştî û Civaka Demokratîk" hate nîqaşkirin.

Her wiha behsa rewşa jinan li herêmên peravê û Siwêdayê, binpêkirinên wek kuştin, revandin û sînordarkirina azadiyan bi bihaneyên olî û civakî, hate kirin. Ev yek nîşan dide ku tevî guhartinên di desthilatdariyê de lê hîna hişmendiya baviksalar berdewam e.

Beşdaran teqez kir ku hişyarî, zanabûn û tevlîbûna li têkoşînê nûnertiya rastîn a jinan di navendên girtina biryaran de misoger dikin û  wekheviyê û civaka demokratîk dide rûniştandin.

(ac)

ANHA