Şandeya Îmraliyê: Agahiyên fermî bingeh bigirin

Şandeya Îmraliyê hişyarî da ku di dema dawîn de hin agahî û peyamên şaş li ser navê Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Şandeyê bang li raya giştî kir ku baldar be û xwe bispêrin agahî û belgeyên fermî yên şandeyê yan parêzerên Rêber Abdullah Ocalan an jî yên malbata wî.

Şandeya Îmraliyê: Agahiyên fermî bingeh bigirin
4 tebax, 2025   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyand ku di rojên dawîn de hin nivîsên li ser navê "nîşeyên hevdîtinê" ku wekî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin û li ser medyaya dîjîtal tên belavkirin dûrî rastiyê ne. 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hin îdiayên ku di hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin de hatine rojevê, derewand.

Şandeya Îmraliyê li ser mijarê daxuyaniyek da û got: "Wekî ku me berê di daxuyaniya xwe ya 14’ê Tîrmeha 2025’an de diyar kiribû, hin ‘nîşeyên hevdîtinê' ku wekî bi Birêz Abdullah Ocalan re hatine kirin û di demên dawî de li ser medyaya dîjîtal tên belavkirin dûrî rastiyê ne. Ev nîşe tu têkiliya wan bi orîjînala wê re tineye, tê manîpulekirin, naveroka wê li derve hatiye zêdekirin û bi taybetî gotinên der barê hin kesayetan lê zêde kirine û nêrînên Birêz Ocalan hatiye berovajîkirin. Em baş dizanin ku hewldanên bi vî rengî beşek ji plansaziya ku armanc dike hem Birêz Ocalan û hem jî zemîna çareserî û diyalogê xera bike. Em dixwazin careke bînin ziman ku ti belge, nîşe yan agahdariya fermî ya ku ji hêla Şandeya Îmraliyê yan malbat û parêzerên ku Birêz Ocalan re hevdîtin kirine re nehatibe dayin, baweriya xwe pê neynin. Belavkirina van naverokan operasyoneke ji bo xapandina raya giştî ye. Em ji raya giştî daxwaz dikin ku li hember hewldanên bi vî rengî yên provokatîf hesas bin."

(mh)