ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-2-2025
5 sibat, 2025   02:00

Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê da zanîn ku ji bo yekkirina nêrîna siyasî ya Kurdan û lidarxistina kongreyeke neteweyî li Rojava hewldanên berdewam hene.

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Hecînê teqez kir ku hêzên wan li gelek eniyan li dijî dagirkeran li ber xwe didin û li dû şaneyên bermahiyên rejîmê û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ne. Her wiha diyar kir ku xebat bi hevkariya rûspî û şêxên eşîrên Dêrezorê pêk tên.

Malbatên şehîdan ên li bajarê Helebê piştgiriya xwe ji bo berxwedana şervanên QSD, YPJ’ê û çalakvanên li bendava Tişrînê anî ziman.

Jinên ji Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî jinan dixwaze îradeya jinan têk bibe, divê jin bi hevgirtina xwe li hember van sûcan derkevin û got “Heta ku yek ji me hebe em ê her tê bikoşin.”

Bozan Xelîl diyar kir ku tu aştî bêyî Rêber Abdullah Ocalan çênabin, ji ber ku azadiya wî azadiya gel û çareseriya pirsgirêkan e.

Ji serhildêrê taxa xwe bû berxwedêrê welatê xwe, bi salan ji bo welatparêziyê xebat kir. Di 64 saliya xwe de bû şehîdê Berxwedana Bendava Tişrînê û li pey xwe serbilindahî ji malbat, heval û gelê xwe re hişt.

Piştî 8 teqînan ku di kêmtirî meh û nîvekê de pêk hatine, duşema borî teqîneke din li bajarê Minbicê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin çêbû. Li cem sûriyeyiyan gelek pirsnîşan li ser: kî li piş van teqînan e, armanc çi ye, xizmetî çi dike? derdikevin holê.

Xelê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li taxê Muftî sersaxiyê didin malbatên her du şervanên QSDˋê şehîd Rojhat Serêkaniyê û Dilgeş Çiya, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, her wiha li bajarê Reqayê bi boneya salvegera 19ˋan a şehadeta Viyan Soran merasîma bîranînê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan tê lidarxistin, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Jinan a PYDˋê li bajarê Çilaxa ji jinan re civîneke berfireh der barê rewşên siyasî û leşkerî li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê li Çerxerêya Şehîdan a Qamişloyê daxuyaniyekê dide, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiyên siyasî yên kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş deriyê "Bexda ya şûnwarî" daxuyaniyekê dide, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN