Ji bilî 3 kesan hemû welatiyên hatine revandin serbest hatin berdan

Aqûbeta 3 welatiyên Kurd ku çeteyên "Emşat" ên dewleta Tirk a dagirker li Helebê revandibûn, ne diyar e.

Ji bilî 3 kesan hemû welatiyên hatine revandin serbest hatin berdan
4 sibat, 2025   23:17
HELEBÊ

Ajansa me beriya çend saetan nûçeyek parve kir ku komên çekdar li Helebê bi dehan welatiyên Kurd bi awayekî hovane revandine û ber bi cihekî nediyar ve birine.

Piştî şopandina mijarê hat teqezkirin ku aliyê ew revandine, girêdayî çeteyên "Emşat" ên dewleta Tirk a dagirker in û bêyî tu sedeman ku tenê Kurd in, nêzî 40 kes hatin revandin.

Ji bilî 3 welatiyan, giştî Kurdên hatine revandin hatin berdan û aqûbeta her 3 revandiyên din ne diyar e. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, tenê navê Ezîz Riyad Nasro, Xelîl Hork Reşo ji yên hatine berdan hatin zanîn.

Li gorî agahiyên ku ciwanên hatine revandin dane, çeteyan li wan dane, tiştên bi wan re û telefonên wan dizîne.

(fr)

ANHA