ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 – 11 – 2024
5 mijdar, 2024   02:00

Cîgirê hevserokên Meclisa Bajarê Girê Spî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker nahêlin cotkar xebatên xwe yên çandiniyê bikin û ziyan gihandine navendên xizmetguzariyê yên li bajar û gundewarên wê û got ew bi hêza vîn û berxwedanê xebatên xwe dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedar Îbrahîm El Selac destnîşan kir ku hevdîtina malbatê ya Rêber Abdullah Ocalan re di encama têkoşîna gel de pêk hat û bang li civata navneteweyî kir ku zextê li dewletên komploger bikin da ku azadiya Rêber Ocalan a fîzîkî pêk bînin û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çêkirina av û dimsa hinaran wek beşeke kevneşopa çandî û civakî li gundewarên Dêrazorê tê dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Melek El Hisen diyar kir ku armanca dewleta Tirk xwe ji van êrişan têkbirina projeyên Rêveberiya Xweser e û dagikririna xaka Rojava ye. Daxwazê wan di Heremê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de Terora DAIŞ`ê ji nû ve zindî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star pêşangeheke amûrên kultûrî li gundê Zuhêriyê yê gundên Berav ên bajarê Dêrikê li dar dixe, saet di 09:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

15 şaredariyên kantona Firatê bi daxuyaniyeke hevbeş desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û avêtina qeyûman, li pêşiya Yekitiya Şaredariyan a bajarê Kobanê şermezar dike, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya yekemîn piştî kongreyê li dar dixe, saet di 12:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê û şeniyên bajêr şehîdên kantonê yên ku di cih û dîrokên cuda yên mehên Tebax û Îlonê de şehîd bûne, bi bîr tînin, saet di 17:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşangeha hunera jinan a li kantona Reqayê ya bi sernavê ˋTiliyên Zêrînˋ di roja xwe ya sêyemîn û dawî de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)