Ciwanên Helebê ji bo bidawîkirina pergala êşkence û qirkirinê meşiyan

Ciwanên bajarê Helebê ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê li Îmraliyê û nûkirina ˋCezayên Dîspilînêˋ li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

4 mijdar, 2024   22:09
HELEB

Piştî agahiyên li ser nûkirina 3 mehên din a ˋCezayên Dîspilînêˋ li ser Rêber Abdullah Ocalan ji hêla desthilatên Tirkiyeyê ve, îro bi sedan ciwanên Helebê ji bo şermezarkirina biryarê û daxwaza bidawîkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê meşeke girseyî organîze kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi beşdariya şêniyan û ciwanên Helebê, tevî hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên tevgera ciwanan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û meşaleyan, meşek li dar xist.

Meş ji pêş hola civînan a 8ˋê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê ber bi beşa rojhilatê taxê ve bi berzkirina diruşmên ˋBê Serok Jiyan Nabeˋ, ˋBimire faşîst û îxanetˋ ûˋJi bo Rêber Abdullah Ocalan azadiya fîzîkîˋ bi rê ket.

Li wir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Reşa Mulhim bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan axivî.

Reşa Mulhim bal kişand ser çalakiya fedaî ya her du şehîdan Rojger Hêlîn û Asya Alî li Enqereyê û diyar kir ku ew çalakî bersivdana gelê Kurd li hember qirkirina Rêber Abdullah Ocalan tê re derbas dibe ye.

Reşa anî ziman ku ji ber metirsiya faşîsta Tirk ku rûbera şoreşa Kurdistaniyan li Bakurê Kurdistanê belav bibe êrişî demokratan dike û di bin gefa çekê de 3 şaredarî xesp kirin.

Reşa bang li hemû şopdarên fikrên Rêber Abdullah Ocalan kir ku dakevin qadan û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina pergala êşkence û qirkirinê bikin.

(mh/fr)

ANHA