ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2024
31 adar, 2024   02:00

Qazî Mihemed di rûpelên dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng û sereke ye. Komara Kurdistanê ku ji aliyê Qazî Mihemed ve hatibû avakirin, mîras û ronahiya di rêwîtiya têkoşîna gelê Kurd de ye. (BI WÊNE)

Di Adarê de 48 belavkar û firoşkarên madeyên hişbir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin. (BI WÊNE)

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de cih dan aloziya avakirina hikumeta xwecih Ii Kerkûkê, serdana wezîrê karên derve ya Iraqê ya li Washingtonê û şerê li Sûdanê. (BI WÊNE)

Mistefa Emîn diyar kir ku DAIŞ dixwaze bi hêz vegere, ji ber wê êrişeke wisa mezin li Moskovê kir û îsbat kir ku dikare endamên din bi xwe ve girê bide û êrişên xwe berfirehtir bike. Emîn hişyarî da ku li gel paşguhkirina civata navneteweyî ihtîmal heye DAIŞ êrişan li Ewropayê bike. (BI WÊNE)

Katolîkên Suryan ên li Hesekê li gorî salnameya rojavayî sibe ˊCejna Qiyametê û Yekşema Mezinˊ bi rêya rêûresman di dêrên katolîk de pîroz dikin, saet 09:0ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê der barê encamên hemleya komkirina îmzeyan li Helebê de li pêş Parka Efrînê ya li taxa Eşrefiyê daxuyaniyekê dide, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star û Însiyatfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Helebê di çarçoveya danasîna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan 3 rojan li hola civînan a 8ˊê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê rêzesemîneran didin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, beşên civakê sersaxiyê didin malbata serokê Meclisa Êla El Cibûr Şêx Fewaz El Zobaî li gundê Silêmaniyê yê Hesekê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA