Di Adarê de 48 belavkarên hişbirê hatin girtin

Di Adarê de 48 belavkar û firoşkarên madeyên hişbir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

Di Adarê de 48 belavkarên hişbirê hatin girtin
Di Adarê de 48 belavkarên hişbirê hatin girtin
Di Adarê de 48 belavkarên hişbirê hatin girtin
Di Adarê de 48 belavkarên hişbirê hatin girtin
Di Adarê de 48 belavkarên hişbirê hatin girtin
Di Adarê de 48 belavkarên hişbirê hatin girtin
31 adar, 2024   05:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonên li dijî firoşkarên madeyên hişbir didomînin. Di meha Adarê de 48 belavkar û firoşkarên madeyên hişbir hatin girtin.

Hurgiliyên operasyonan bi vî rengî ne:

2’yê Adarê 2 belavkarên madeyên hişbir li Minbicê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbir, bombeyên destan hatin desteserkirin. Di heman rojê de 2 belavkarên din li Tebqayê hatin girtin.

8’ê Adarê Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir firoşkarekî madeyên hişbir girt û miqdareke mezin a hebên hişbir desteser kirin.

14’ê Adarê Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir bi kemînekê rê li ber kamyona madeyên hişbir a ji herêmên hikumeta Şamê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve dihat, girt. Kamyona madeyên hişbir li gundewarên bakurê Dêrazorê hat desteserkirin û 2 berpirsên qaçaxçîtiya van madeyan hatin destgîrkirin.

Di meha Adarê de li Minbicê şebekeya 23 firoşkar û belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbir û çek ku li gel wan hati dîtin, hatin desteserkirin. Li Hesekê jî 14 belavkarên madeyê hişbir hatin girtin.

17’ê Adarê 4 firoşkarên madeyên hişbir li Hesekê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbir, çek û pere hatin desteserkirin.

(bb)

ANHA