ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-3-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-3-2025
30 adar, 2025   02:00

Ehmed Xoce got tevî ku gerîlayên azadiya Kurdistanê agirbest îlan kiriye jî, êrişên dewleta Tirk a dagirker nehatin rawestandin û divê li hemberî van êrişan helwesteke xurt bê girtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihê têkoşîn û fedaî çalakiyên xwe yên parastina destkeftiyên bi saya şehîdan pêk hatine, li Bendava Tişrînê li hember dagirkeran didomîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Bavê Ridwan karê çêkirina şîraniyê wekî zengilok û mişebekan ku ji zêdetirî 50 salan ve didome, ji bavê xwe girtiye û heta roja îro dev jê bernedayê. Bi taybetî di meha Remezanê de şênî herî zêde berê xwe didin dikana Bavê Ridwan nexasim ku çêja şîraniyên wî şêniyan vedigerîne rojên zaroketiya wan. BI WÊNE Û DÎMEN

Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê bang li desthilata Şamê kir ku benda agirbestê bi lez bi cih bîne û helwesta xwe li hember komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, nîşan bide. BI WÊNE Û DÎMEN

Çavdêran diyar kir ku girtina Îmamoglû gelek guman li ser cidiyeta dewleta Tirk a dagirker li hemberî pêvajoya aştiyê de, derxistin. Hizbullah jî di navbera 2 rêyan de maye. An ew ê serî bitewîne yan jî dê bikeve şerekî dijwar. Rikberiya Tirkiye - Îranê jî heta asteke mezin berfireh bûye.