Şîraniyên Bavê Ridwan  li Amûdê ji 50 salan ve bi heman çêjê ye

Bavê Ridwan karê çêkirina şîraniyê wekî zengilok û mişebekan ku ji zêdetirî 50 salan ve didome, ji bavê xwe girtiye û heta roja îro dev jê bernedayê. Bi taybetî di meha Remezanê de şênî herî zêde berê xwe didin dikana Bavê Ridwan nexasim ku çêja şîraniyên wî şêniyan vedigerîne rojên zaroketiya wan.

Şîraniyên Bavê Ridwan  li Amûdê ji 50 salan ve bi heman çêjê ye
Şîraniyên Bavê Ridwan  li Amûdê ji 50 salan ve bi heman çêjê ye
Şîraniyên Bavê Ridwan  li Amûdê ji 50 salan ve bi heman çêjê ye
Şîraniyên Bavê Ridwan  li Amûdê ji 50 salan ve bi heman çêjê ye
Şîraniyên Bavê Ridwan  li Amûdê ji 50 salan ve bi heman çêjê ye
30 adar, 2025   04:55
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Ehmed Silêman (Bavê Ridwan) xwedî dikaneke biçûk li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê ye. Wî karê çêkirina şîraniya gelêrî nexasim zengilok û mişebekan ji mîrasa malbata xwe ya zêdetirî 50 salan fêr bûye û het roja îro dev jê bernedaye.

Di sala 1972’yan de Bavê Ridwan dikaneke biçûk ji bo çêkirin û firotina zengilok û mişebekan vekir û li seranserî herêmê hat naskirin. Piştî ku pirsgirêkên tenduristî pê re çêbûn, kurên wî Zubêr û Basil dikan bi rê ve dibir. Tevî ku ew derçûyiyên zanîngehê ne lê belê hezkirina wan a ji mîrasa bavê wan re hişt ew jî bikevin nav vî karî.

Zubêr Silêman ji ajansa me re got: “Em bi vî karî kêfxweş in. Hevalên me bi rûkenî tên ba me û hezkirina wan a ji bavê me re diyar dibe. Di meha Remezanê de tevgera firotinê baştir dibe nexasim ku zengilok û mişebek ji xwarinên sereke yên fitarê ne.”

Dikana Bavê Ridwan ji kevintirîn dikanên bajêr e û taybetmendiya wê ew e ku ji 50 salan zengilok û mişebekên li dikanê bi heman çêjê ne, ev jî hişt ji bo şêniyên Amûdê û yên ku ji bajarên din tên, berê xwe bidin dikana wî.

Silêman diyar kir ku ew di hemû demên salê de dixebitin, ne tenê di rojiyê de û got ku şênî ji hemû deveran tên ba wan şîraniyê dikirin.

Berî ku Bavê Ridwan dikana xwe veke, ew bi birayê xwe re li nav bajarên Serêkaniyê, Hesekê û Dêrazorê digerî û zengilok û mişebek difirotin.

Ev şîranî di nav gelên rojhilatî de gelekî hezkirî ye bi taybetî jî di meha Remezanê de û bi çêja xwe mirov vedigerîne bîranên zaroketiyê û demên berê.

(mh)

ANHA