Şam: Hikûmeteke nû bi serokatiya Ehmed El Şerii

Serokê desthilata Şamê ragihand ku wî wezaretên Elektrîk û Petrol û Gazê di bin sîwana Wezareta Enerjiyê de kirine yek. Her wiha got, wan Wezareta Rewşa Awarte û Karesatan û Wezareta Ciwanan û Werzişê jî ava kirine.

Şam: Hikûmeteke nû bi serokatiya Ehmed El Şerii
29 adar, 2025   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro danê êvarê li Şamê merasîma damezrandina hikûmeta nû dest pê kir. Di merasîma li Qesra Gel, serokê desthilata Şamê Ehmed El Şrii got, "Em niha dibin şahidê zayîna qonaxeke nû di dîroka xwe de."

Her wiha got" Me wezaretên Elektrîk û Perol û Gazê di bin sîwana Wezareta Enerjiyê de kir yek" û got ku wan Wezareta Rewşa Awarte û Karasatê û Wezareta Ciwanan û Werzişê jî ava kirine.

Ajansa SANA ragihand ku kabîneya hikûmetê dê jî 22 wezîran bi serokatiya Ehmed El Şarii pêk were.

Li gor zanyariyan, wezîrên berevanî, navxwe û derve dê di kabîneya nû ya hikûmeta nû de li ser postên xwe bimînin.

(k)