ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-06-2026
30 hezîran, 2026   02:00

- Beşdarên kampanyaya ji bo piştgiriya YPJ`ê û endamên Hîlala Zêrîn diyar kir ku YPJ nasname û îradeya jinan temsîl dike. Ew ê heta ku mafê xwe di destûrê de bi dest bixin, piştgiriya xwe ji YPJ`ê re bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên Til Temirê got pirsgirêka avê didome, meclisa bajar jî dê li gorî derfetên heyî pêdiviya şêniyan a avê pêk bîne û daxwaz kir ku ji stasyona Elokê avê berdin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li embara genim a Girziyaret ji bo ku cotkar genimê xwe radest bikin, bi rojan dimînin. Cotkar ji ber şêwaza wergirtinê gazinan dikin. Rêveberiya embarê jî diyar dike ku ji ber ku cotkar di dema xwe de ne amade ne, pirsgirêk derdikeve. BI WÊNE Û DÎMEN

- Ji berhemên ku di Pêşangeha Zanistî ya Rojava de hatin nîşandan; destekî robotîk ku tevgerên destan hîs dike û pergaleke çandiniya jîr ku bi enerjiya rojê dixebite bal kişandin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Derhênerê şanoyê Alan Bêkes destnîşan kir ku şano neynika civakê ye, dikare hemû pirsgirêkên civakî bînê ziman û bi rêbazên hunerî çareser bike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên bajarê Dirbêsiyê gazincan ji bihabûna kel û pelan dikin û daxwaz ji aliyên têkildar kir ku buhayan daxin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Çalakiyên roja duyemîn a dawî yên Yekemîn Pêşangeha Zanistê ya Zanîngeha Rojava li avahiya zanîngehê ya taxa Hîlaliyê ya Qamişloyê didomin, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ji bo şehîdên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê li Navenda Çandê ya bajêr merasîmekê li dar dixe, saet 10.00ˊan. BI WÊEN Û DÎMEN

- Kongra Star li bajarên Girkê Legê û Dêrikê bi boneya bibîranîna şehîd Zîlan di salvegera şehadetê de 2 semînerên cuda , li hola Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlanê û Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê dide, li Til Temirê jî bi heman boneyê civînek li hola Meclisa Malbatên Şehîdan tê lidarxistin, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li bajarê Qamişloyê çalakiyên roja duyemîn ên Mîhrîcana Şehîd Zîlan a Werzîş û Çandê ya 6ˊemîn a bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin, li Parka Azadî ya Qamişloyê didomin, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê bi diruşma "Di Zîlanbûyînê de îdia di komînalbûyînê de bi israr in" Mîhrîcana Şehîd Zîlan a 6ˊemîn li Yarîgeha Şehîd Bawer Agirî ya bajêr organîze dike, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Hejmara xwediyên motorsiklêtan li dijî biryara qedexekirina motorsiklêtan li kolana Nozad a Girkê Legê çalakiyekê li dar dixe, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN