Artêşa Îsraîlê gule li xwepêşandêrên Derayê barandin

Artêşa Îsraîlê gule berdan ciwanên li gundewarê rojavayê Derayê yên ku li dijî hebûna Îsraîlê li herêmê derketine.

Artêşa Îsraîlê gule li xwepêşandêrên Derayê barandin
29 hezîran, 2026   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê yên li baregeha Cizîrê yê rojavayê gundê Meiriyê yê rojavayê Derayê bi cih bûye gule avêtin ciwanên li dijî hebûna wan a li herêmê derketine.

Hêzên Çavdêriya Vekişînê yên Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) îro serdana gundewarê rojavayê Derayê kir. Ev serdan hemwextî vegera şêniyên gundê Abidîn li malên xwe ku duh bi şev ji ber bombebaranên Îsraîlê li dijî gund û derdorê ketibûn, pêk hat.

(fr)