Iraqê heta 30ˊyê Îlonê dema da Heşd Şebî ku çekên xwe deynin

Hikumeta Iraqê heta 30ˊyê Îlonê dem da komên çekdar ên girêdayî Hêzên Heşd Şebî çekên xwe radestî saziyên dewletê bikin.

Iraqê heta 30ˊyê Îlonê dema da Heşd Şebî ku çekên xwe deynin
29 hezîran, 2026   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê îro ragihand ku ew ê heta 30ˊê Îlonê dem bide komên çekdar ku çekên xwe radestî dewletê bikin. Ev dem jî hemwextî bidawîhatina mîsyona Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞˊê ye.

Ev îlankirin, beriya serdana plankirî ya Serokwezîr Elî Zeydî bo Washingtonê di nîvê Tîrmehê de tê. Zeydî soz daye ku di nav zexta zêde ya Amerîkayê de, komên ku ji hêla Washingtonê ve wekî "terorîst" hatine destnîşankirin, bêçek bike.

Berdevkê hikumetê Heyder Ebadî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de, ku AFP beşdar bû, got ku hemû komên çekdar hatine agahdarkirin ku heta Îlonê ku dîroka bidawîhatina hebûna Koalîsyona Navneteweyî ye, çekên xwe radest bikin. Piştî vê dîrokî her çekek li derveyî çarçoveya dewletê wê rastî berpirsiyariyên qanûnî were.

Girêdayî mijarêî serokwezîr di civîna xwe ya bi çend balyozên Yekitiya Ewropî yên li Iraqê re, diyar kir ku wê çek di destê dewletê de be.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Zeydî vîzyona hikumetê ji bo qonaxa pêş, tevî bernameyên reformê û planên pêşkeftinê pêşkêş kir û destnîşan kir ku "sînordarkirina çekan di destê dewletê de ne tenê diruşmayeke, lê em di vê siyasetê de berdewam in, nemaze di 30ˊê Îlonê de wê hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi temamî vekişin."

Hêzên Heşd Şebî di 2014ˊan de ji komên Iraqî yên çekdar hatin damezrandin û piştre bû beşek ji saziyên leşkerî.

(fr)