ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3- 5 – 2025
3 gulan, 2025   02:00

Şêniyên Kobanê yên li Bendava Tişrînê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abullah Ocalan dê aştî pêk were. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji kantona Efrîn- Şehbayê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî wek bûyereke dîrokî nirxand û hêvî kir ku ev yekrêzî bibe wesîleya vegera ewle ya koçberan bo warên wan. BI WÊNE Û DÎMEN

Elewiyên ku ji gundên Humisê û perava Sûriyeyê koçber bûne, komkujî û binpêkirinên ku li dijî wan hatine kirin vegotin. Elewiyan diyar kirin ku li "gundên wan guhertina demografî hatiye kirin û zêdekirî 50 jin hatin revandin û li bazarên Idlibê hatin firotin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Li Zanîngeha Kobaniyê beşên nû hatin vekirin. Her wiha ji bo master û doktorayê jî derfet li pêşiya xwendekaran hate vekirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Daliya Îbrahîm li koşeke aram a xaniyê xwe yê li Til Birak rûdine, gulokên rêsî li derdora xwe datîne û dest bi rêsandinê dike. Di ber rêsandinê re ew bîranînên xwe yên zaroketiyê ku çawa li dapîra dinêrî dema ku wê jî berhemên rêsî çêdikirin, tîne bîra xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li bajarê Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandeke girseryî li dar dixe, xwepêşandan ji çerxerêya Sonî destepê dile, saet 11.00. Bi heman armancê xwepêşandanek li bajarê Hesekê tê lidarxistin, saet 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi serperştiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyên Hefteya Wêjeyî li bajarê Hesekê tê lidarxistin. (17.00) BI WÊNE Û DÎMEN 

- Li Navenda Çandê ya Tebqayê Dîdara 5’emîn Dîdara Hunera Şêwekariyê ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê birêxistinkirin, dest pê dike.(11.00). BI WÊNE Û DÎMEN.