Êrîşa hewayî ya Îsraîlê li ser Sûriyê

balafirên şer yên Îsraîlê  li bajarên û herêmên Şam, Hema, Dera, Lazqiye, Quneytira, sînorê Swêda û çend herêmên din bombebaran kirin.

Êrîşa hewayî ya Îsraîlê li ser Sûriyê
3 gulan, 2025   02:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi rêya balafirên şer bi dehan êriş li ser herêmên cuda yên Sûriyê pêk anîn.

Hat ezanîn ku balafirên şer yên Îsraîlê  li bajarên û herêmên Şam, Hema, Dera, Lazqiye, Quneytira, sînorê Swêda û çend herêmên din bombebaran kirin.

Medyaya Îsraîlê derbarê bombebaran de ragihand ku êriş li ser gelek baregehên leşkerî, sîstemên dijî-balafiran û bataryayên mûşekên ji erd bo hewa ve hatine kirin.

Li gorî agahiyan di encama bombebaranên balafirên şer yên Îsraîlê de bi dehan “leşker” û welatiyên sivîl hatine kuştin.

Ev bombebaran piştî wê tên ku di çend rojên borî de komeke çekdarî ya girêdayî Heteşê êrîş li ser Durziyan li başûrê Şamê dest pê kirin, ji ber vê yekê bi dehan kes ji her du aliyan hatin kuştin û birîndar bûn.

Ev êriş û bombebaranên artêşa Îsraîle li ser Sûriyeyê piştî komên çekdar yên girêdayî HTŞ’ê li başûrê Şamê êrişê pêkhateya Durziyan kirin ku ji her du aliyan heta niha bi dehan kes hatin kuştin, pêk hatin.

Her wiha artêşa Îsraîlê du çend caran Sûriyeya bombebaran kir ku di nav wan de êrişa herî deng vedayî, êrişa hewayî ya li ser derdora Koşka Serokatiyê ya li Şamê bû.

Piştî bombebaranê di daxuyaniyeke hevpar de, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kirin ku ev bombebaran hişyariyeke ji bo Ehmed Şera ku careke din êrişî Durziyên Sûriyeyê neke.