Îsraîl li dijî deverên girêdayî desthilata Şamê amadekariya êrişên nû dike

Piştî êrişa Îsraîlê ya li nêzîkî koşka serokatiyê, Dezgeha Ragihandinê ya Îsraîlê ragihand ku artêşa Israîlê amadekeriya êrişên nû dike li dijî hin deverên girêdayî desthilata Şamê.

Îsraîl li dijî deverên girêdayî desthilata Şamê amadekariya êrişên nû dike
2 gulan, 2025   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Ragihandinê ya Îsraîlê ragihand ku artêşa Israîlê amadekeriya êrişên nû dike li dijî hin cihên leşkerî û deverên din ên girêdayî desthilata Şam.

Her wiha got ku armanca êrişan ew e ku peyamekê bighînin desthilatdarên Şamê ku kiryarên tolhildanê li dijî welatiyên Durzî pêk neynin.

Dezgehê diyar kir ku ev deverên ku dê êriş li ser wan bê kirin ji aliyê Serokwezîr û Wezîrê Parastinê ve hatine pejirandin.

Hêza asmanî ya Îsraîlî îro serê sibê êrişên hişyarkirinê li nêzîkî koşka serokatiyê li Şamê pêk anîn.

(k)