ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3 - 4 – 2025
3 nîsan, 2025   02:00

Şêniyên kantona Cizîrê destnîşan kirin ku ew vîna xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin û fikrên wî ji bo birêxistinkirina karên xwe yên rojane esas digirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinan têkildarî "Danezana Destûrî" ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye derxistin diyar kir ku divê lêvegerke berfireh li ser çêbe û hemû pêkhate berşdarî proseya nivîsandinê bibin. Her wiha divê di destûrê de mekanîzmayên parastina mafên jinan hebin. BI WÊNE Û DÎMEN

Mehmûd Hebîb tekez kir ku QSD’ê stûna bingehîn a artêşa Sûriyeyê ya siberojê ye, ji ber ku ew xwediyê ezmûneke berfereh a parastina yekitiya xaka Sûriyeyê li hember dagîrkeriyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevî kêmbûna karê mêşvaniyê li bajarê Til Birakê ji ber kêmbûna derfeta, kêmbûna cihên çêreyê, û nebûna piştevaniyê, Xelef El Şiliş bi rêbazên kevneşop û teknîkên xwecihî mêşên hingiv tîmar dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Kulîlka Guldexîn (Şilêr) a ku di mehên Nîsan û Gulanê de vedibe û emrê wê 15-20 roj in, li navçeya Erxenî ya Amedê vebûn. BI WÊNE

Bi boneya 4’ê Nîsanê, salvegera Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, xelkê bajarê Şedadê yê kantona cizîrê şahiyekê li dar dixe, (09:00), xelkê bajarê kobanê li Parka Rêber Apo ya li gundê Siftek daran diçîne, (11:00), li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê şênî daran li goristana şehîd Dilşêr diçînin, (11:00), li bajarê Çilaxa xelk li parka gundê Zixêre daran diçîne, her wiha xelkê bajarê Til Hemîsê meşekê li dar dixe, (11:00), li bajarê Hesekê Kongra Star û Tevgera Hîlala Zêrîn li parka Xwendinê pêşangehekê li dar dixe, (16:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê têkildarî xerabkirina goristana şehîdan li Minbicê li pêş avahiya xwe daxuyaniyekê dide, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

YPJ’ê li hola Serdem a Hesekê salvegera damezrandina xwe pîroz dike, (12:30). BI WÊNE Û DÎMEN